Kongreya Star plansaziya xwe ya sala nû amade kir

Civîna salane ya rêxistina Kongreya Star a Rojava, bi danîna plansaziya îsal bi dawî bû.

Civîna salane ya rêxistina Kongreya Star a Rojava bi dirûşma "Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li navçeya Rimêlanê ya Qamişloyê bi beşdariya 300 endamên kongreyê yên ji herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê pêk hat.

Kongreya ku du rojan dewam kir, bi amadekirina plansaziya kar a sala nû bi dawî bû.

Li gorî vê yekê, plansaziya sala nû ya Kongreya Star wiha ye:

"-Divê rêber Ocalan were parastin, asta têkoşînê were bilindkirin û divê fikirê rêbertî bibe bingeha rêxistina jinan.

-Şerê zihniyeta zayendperestiyê were kirin û jiyana hevbeş were avakirin.

-Ji bo rizgarkirina Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ji dagirkeriya Tirk, divê asta têkoşîn û berxwedanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werin bilindkirin.

-Komîteyên hiqûqnas û siyasetmedar ên Kongreya Star werin birêxistinkirin.

-Divê Kongeyra Star, Tevgera Hîlal Zêrîn û Jineolojiya çand û zimanê kurdî li Rojava biparêzin.

-Hejmara koperatîfên jinan were zêdekirin."