Kongreya Star: Di kesayeta Taşdemîr de wê têkoşîna me bidome

Koordînasyona Kongreya Star, dewleta Norweç a ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr a radestî dewleta Tirk a faşîst kir şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li dijî deshilatdariya faşîst têkoşînê xurt û bilind bikin.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî radestkirina siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr a Norweç a ji bo Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Dewleta Norweçêbi vê kiryarê xwe dibe hevalbendê siyaseta dewleta Tirk a nijadperest û faşîst.”

Daxuyanıya Kongreya Star wiha ye:

“Her ku diçe nêzîkatiyê dewleta Tirkiyê qirkirin a siyasî li dijî gelê kurd bi hemû şêweyên xwe yê dervayî pîvan û exlaqê mirovahiyê bi dijwarî di keseyata jinê de pêk tîne. Bi zîhniyetekî nîjadperest û şovenîst dewleta Tirk, jina ku ji bo azadî û mafên mirovahî û wekheviyê têkoşîn dike, ji bo xwe wek xeteriyeke mezin dibîne. Bi her şêweyê hewl dide îradeya jinê di her fersendê de bişkîne. Bi taybetî di hundirê Tirkiyê, jin tê girtin, êşkence û hemû cûreyên binpêkirinan li ser tê kirin. Herî dawî ew binpêkirin di radestkirina çalakvanê Gulîzar Taşdemîr a li ser daxwaza dewleta Tirk li Norweçê derket holê.

Radestkirina çalekvana siyasî Gulîzar Taşdemîr a dewleta Tirk a ku li Norweçê pêşengtiya kar û xebatên jinan dikir, wek nêzîkatiyeke dij qanûnî û dij mirovahiyê ye. Em di rastiya dewleta Norweçê ya ku temsîliyeta zîhniyeta desthilatdar ya zilam dike bi tundî şermezar dikin. Radestkirina jinekî aktivîst ji aliyê dewletekî ku xwe bi pîvanên demokrasî dide naskirin û xwe wek mînak dide nîşankirin rastiya dewleta ku li ser esasê berjewendiyên xwe yên siyasî tevdigere radixe ber çawan. Dewleta Norweçêbi vê kiryarê xwe dibe hevalbendê siyaseta dewleta Tirk a nijadperest û faşîst. Çalakvana siyasî ya Kurd Gulîzar Taşdemir ku 27 salên xwe di nava xebatên azadiyê de cihê xwe girtibû û ji bo girtina nasnameya siyasî li Norweçê serlêdan kiribû, dewleta Norweç li şûna ku nasnameya siyasî bide mixabin radestî dewleta Tirk a faşîst kir. Girtina çalakvana siyasî Taşdemîr girtina îrada jinêye û ji bo wê divê jin li kû derê dibe bila bibe li hemberî van nêzîkatiyan xwedî helwest bin. Dewleta Tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe li hember îrade û tekoşîna jinê bibe asteng. Berovajî vê yekê wê israr û tekoşîna me hin jî bilindtir bibe û em ê wek jin ti carî dev ji têkoşîna azadiyê bernedin, ta ku hemû jin bigihêjin azadiya xwe. Li ser wê esasê em bang li hemu jinên demokrat û azadîxwaz dikin ku bi yek dengî têkoşînê li dijî desthilatdariyên faşist bilind bikin û em di kesayeta Gulizar Taşdemîr de ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî tekoşîna azadiyê bi vîneke mezin berdewam bikin.”