Kongreya Star: Berxwedana ji bo Efrînê geş bikin!

Kongreya Star qonaxa duyemîn a kampanyaya ‘Ji bo Efrînê bila jin serî hildin û berxwedanê geş bikin’ li Kampa Berxwedan bi daxuyaniyekê da destpêkirin.

Kongreya Star li Kantona Şehbayê li Kampa Berxwedanê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê bang li jinan kir ku bila berxwedanê geş bikin. Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Efrînê, saziyên Efrîn û Şehbayê û gelê Şehbayê tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Kongreya Star, Raperîn Xelîl daxuyaniya têkildarî qonaxa duyemîn a kampanyaya ‘Ji bo Efrînê bila jin serî hildin û berxwedanê geş bikin’ daxuyanî  da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bajarê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê, berxwedaneke bilind kir û bû sembola azadî û demokrasiya jinan.

Di Şoreşa Rojava de jinan li hemberî pergalên desthilatdar serî hildan. Jin ji sala 2011’an û vir ve pêşengiya pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz dikin. Jinên wekî Hêlîn Qereçox (Anna Campell) û Lêgerîn Çiya (Alîna Sanchez) berê xwe dan Rojava.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a ku ji 20’ê Çileyê ve dest pê kiriye, bi hemû şîddeta xwe didome. Bi sedan kesên sivîl di van êrîşan de hatin qetilkirin. Di van êrîşan de nexweşxane, bendav, cihên dîrokî, dibistan û cihên pîroz hatin bomberdûmankirin. Dagirkeran kargeh û malên me talan kirin.

Amerîka, Rûsya û gelek welatên din piştgiriya vê dagirkeriyê kirin. Bazara qirêj a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de rê li ber qetlîamên li Efrînê vekir. Saziyên wekî NY û YE bi bêdengiya xwe ev dagirkerî erê kirin. Em jinên Efrînê em ê vê hevkariya qirêj ji bîr nekin û em ê her dem şermezar bikin.

Di 18’ê Adarê û vir ve ji bo pêşîlêgirtina qetlîaman me ji warê xwe koç kir. Ji vê dîrokê ve bêyî ku em piştgiriyeke navneteweyî werbigirin li herêma Şehbayê di şertên giran de em berxwedana xwe didomînin.

Berxwedana me û çalakiyên jinên cîhanê di qonaxa 1’emîn a pêngava 'Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan' rastiya pergala desthilatdar û dagirkeriya faşîst ya dewleta Tirk eşkere kir. Li gelek welat û bajarên cîhanê jin di bin vê diruşmê de meş, wêne, şano û çalakiyên afirêner li dar xistine. Lê niha hewce dike ku em bi tevahî hêza xwe, bi hev re ji bo rizgariya Efrînê û parastina şoreşa jinê tekoşîn bikin û serkeftina xwe misoger bikin. Pêwîst e ku em zextan li ser saziyên navnetewî û dewletan bilind bikin. Heta ku ew sazî li hemberî qirkirinên ku li ser çand, gel û jinan tê meşandin xwedî zagonên xwe yên gerdûnî derbikevin û van êrîşan bidin sekinandin, ew ê têkoşîna me bidome.

Armanc û daxwazên me:

- Divê NY, saziyên navnetewî û mafên mirovan berpirsyariya xwe ji bo ewlekarî û pêdividiyên însanî yên gelê Efrînê pêk bînin!

- Divê dagirkeriya dewleta Tirk bê bidawîkirin û vegera gelê Efrînê bi awayekî bi ewle li ser xaka xwe ya azad bê misogerkirin!

- Divê tevahî berpirsyar û sûcdarên dagirkeriyê, tecawuz, kuştin, talan û qirkirinên jin û gelên Efrînê li pêşiya dadgeha navnetewî yên sûcên şer werin darizandin!

Em banga tevahî xwişk û hevalên xwe, tevahî jinên cîhanê dikin:

- Em berxwedana xwe ji bo rizgarkirina Efrînê û serkeftina şoreşa jinê bilind bikin!

- Li hemberî qirkirina jinê û faşîzmê, Yekîtiya Jinan ava bikin û Şoreşa Jinê bigihînin her derê!

- Her der Efrîn e, her der berxwedan e!ʺ