Kongreya Jinan dewam dike
Kongreya Jinan dewam dike
Kongreya Jinan dewam dike
17. Kongreya Navendên Şêwirmendî/Piştevanî û Stargehên Jinê, ku Tevgera Jinên Kurd li Amedê bi tevlîbûna gelek derdorên femînîst û tevgerên jinê yên li Tirkiyeyê lidar dixe, di roja duyemîn de bi xebatên atolyeyê dewam dike.
17. Kongreya Navendên Şêwirmendî/Piştevanî û Stargehên Jinê, ku Tevgera Jinên Kurd li Amedê bi tevlîbûna gelek derdorên femînîst û tevgerên jinê yên li Tirkiyeyê lidar dixe, li Sumer Parkê di roja duyemîn de dewam dike. Di kongreya bi sernavê "Pêşîgirtina li şîdeta mêr pêşîgirtina li kuştina jinê ye" de, li ser bûyerên ji ber jinbûyînê bi serê jinê ve tên û çareseriyên li ser vê mijarê tê rawestîn. Kongre duh bi pêşkêşiyên li ser hin mijaran destpê kir û îro jî bi xebatên atolyeyê dewam dike.
Li salonên cuda, wê li çapemeniyê girtî li ser xebatên atolyeyên bi sernavên "Em xebatên li navenda şêwirmendî/piştevaniyê çawa dimeşînin? Zehmetiyên di pratîkê de derketin pêşiya me çi ne?", "Em xebatên stargehan çawa dimeşînin? Zehmetiyên derdikevin pêşiya me çi ne?", "Têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê li ku be, jin li wir e: Şopandin-nirxandina serbixwe", "Şîdeta li penaberên jin ên ji ber şer koç kirine, tê kirin", "Di têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê de polîtîka û mekanîzmayên herêmî" û "Peymana Stenbolê" nîqaş werin meşandin.