Kongreya 1’emîn a Jinên Ermen li Hesekê civiya

Kongreya Jinên Ermen a 1’êmîn li Hesekê civiya. Di kongreyê de îşaret bi modela Rojava û rolê pêşeng ê jinan hat kirin.

Meclîsa Jinên Ermen, bi dirûşmeya “Yekîtiya Jinên Ermen, 107 piştî qirkirkirinê ji bo Şoreşa Rojava û parastina axa Rojava xwe bi rêxistin dikin” kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.

Kongre serê sibehê dest pê bû. Di kongreyê de li sînevîyonê hat temaşekirin. Endamên Meclisa Civaka Ermen Losnak Kafûryan, Arbî Kasriyan û endama Şehîd Nûbar Ozanyan Hayastan Barbara, yek bi yek di kongreyê de axivîn.

Endama Meclîsa Civaka Ermen Losnak Kafûryan, destnîşan kir ku jinên Ermen çavkaniya hêz, israr û qehremaniyê ne.

Kafûryan, Komkujiya Ermenan bi bîr xist û wiha got: “Ermen vê komkujiyê qet ji bîr nakin û wê li dijî rejîma Tirk li têkoşînê dewam bikin. Milyon û nîv ermen hatin qetilkirin. Li dijî jinan sûcên herî hovane hatin kirin, jin li bazaran hatin firotin.”

Endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan Hayîstan Barbara got: “Yekîtiya Jinên Ermen ji bo edalet, rûmet, wekhevî û mafan têdikoşin, li dijî cihêkariya bi her awayî û şidetê dixebitin.”

Hayîstan Barbara wiha bi bi axaftina xwe de çû: “Divê em xwe azad bikin û rê li ber zilmê bigirin. Divê em rê nedin dubare bûyîna qetilama li dijî jinên Ermen.”

Endamê Meclisa Civaka Ermen Arbî Kesiryan jî destnîşan kir ku piştî Şoreşa Rojava jinan di nav civakê de bi wêrekiyeke mezin bi pêşengî rolê xwe lîstiye.

Kesîryan wiha axivî: “Jinan civak ber bi rêya rast ve bir, welêt ji qirêjiya dijmin parast û di nav saziyan de cih girt.”

Arbî Kesîryan her wiha got: “Jinan xwe di warê leşkerî de bi rêxistin kir û li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Ev gav jî di çarçoveya felsefeya neteweya demokratîk hatin avêtin.

Meral Berna ya li ser navê Yekîtiya Jinên Komunîst (KKB) avivî, diyar kir ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê li ser axa Bakur û Rojhilatê sûriyeyê hat dayîn belav bû û berxwedan di dilê hemû jinan de şîn hat.

Hevserokê Meclîsa Civaka Ermen Arîv Qesebiyan ê bi rêya Skypeê tev li kongreyê bû wiha axivî: “Em bawer in ku jinên Ermen wê xwe azad bikin û xwe bi rêxistin bikin.”

Mala Êzidiyan, Buroya Dêrazorê ya Meclisa Civaka Ermenan û gelek saziyên jinan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev peyamên pîrozkirinê şandin ji kongreyê re.

Kongreya berdewam e; tê payîn kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.