Kongra Star 19'emîn salvegera KJK'ê silav kir

Meclîsa Kongra Star 19'emîn salvegera KJK'ê silav kir û got, "Divê em bi pergala KJK'ê li Rojhilata Navîn guhertin û veguhertinê pêk bînin."

Meclîsa Kongra Star bi wesîleya salvegera damezrandina Komalên Jinên Kurdistan (KJK) daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Salvegera KJK'ê li Rêber Apo, li jinên li çiyayan şer dikin, li zindanan li berxwe didin û li jinên li seranserê cîhanê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" têdikoşin pîroz be."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku KJK encama xebat û keda zêdeyî çil salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha hate gotin: 

"KJK’ê nêrîna, vîn û nasnameya jina azad û pêşenga konfederalîzma demokratîk e. Bi rêya vê danaheva dîrokî ya pergala Konfederal ve em bûn xwedî vîna azad û me dikarî li hemberî vê pergal baviksalarî li ber xwe bidin û îro xwe di vê astê de rêxistin bikin.

Bi saya vê rêxistinê îro jinên Kurd, ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin, artêşa xwe avakirin û ji felsefeya Netewa Demokratîk re pêşengtiyê dikin. Bi rihê Bêrîvan, Zîlan, Arîn, Sara û Yusrayan re ji jinên cîhanê re pêşengtiyê dikin. Di pêşengtiya felsefeya jina azad de, ya bi KJK'ê re pergalîbûyî jin dibin kirdeya jiyanê û dibin ayîdeya xwe. Berhema bi hezaran jinên ref bi ref berê xwe didan çiyan û ji bo azadiya xwe şer kirin, îro li deşt û bajaran gul vedide. Bi vê pergal, bîr û baweriyê ve li hemberî pergala mêr-dewlet li ber xwe didin. Ger em îro dikarin di nava vê pergalê de, bi awayekî ji xwe bawer pêşengtiyê bikin, encama vê ked û danaheva zêdetirî çil salî ye.  

 Ev pratîka tekoşînê ya xwe dispêre xeta Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan a ku dibêje; "Azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkan e” û ev yek divê destpêkê di pêvajoya şoreşê de were pêkanîn. Jinên Kurd palpişta dîrokî û felsefî ya tekoşîna azadiyê li ser vê perspektîfê ava kirin. Em ê jî li ser felsefeya Rêber Apo ya ku dibêje; “Bi jina kole re şoreş nabe” destpêkiriye û heta dawiyê bimeşin.

‘DIVÊ EM LI ROJHILATA NAVÎN GUHERÎN Û VEGUHERTIN AVA BIKIN’

Em careke din di wê baweriyê de ne ku divê em bi pergala KJK’ê li Rojhilata Navîn guhertin û veguhertinê pêk bînin. Divê em xwe tenê bi vê erdnîgariyê sînordar nekin. Em ê kombûnên dîrokî yên nasnameya jina azad bi rûmet hembêz bikin. Heta jinek bê rêxistin nemîne em ê xebatên xwe gerdûnî bikin. Ji bo vê jî divê em zêdetir piştgiriyê bidin jinên weke jinên Afxanistan û Efrînê ku di bin dagirkeriya bi hezaran jin û mêr de dijîn. Divê em vê pergalê zêdetir biparêzin û pêş bixin. 

‘JIN LI DORA FELSEFEYA RÊBER APO DIBIN YEK’

Divê jinên Kurd pergala Konfederal a ku bawerî, lêgerîn, xwerêveberî, îdeolojî, leşkerî, siyasî û civakî pêş dixe, zêdetir bipejirînin. Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan. Jiyana azad wê li xaka me bi rengê jinê pêş bikeve. Heya ku sedsala 21. bibe sedsala jinan, jin wê bi hêztir li dora felsefeya Rêber Apo bibin yek û xwe ji desthilatdariya mêr a 5 hezar salî rizgar bikin.

Weke Kongra Star em ê heta dawiyê vê pergalê hembêz bikin û li ser vê bingehê em salvegera damezrandina KJK’ê li hemû jinên azadîxwaz, Rêber Apo, şervanên azadiyê û jinên cîhanê pîroz dikin.”