Konfernasa ji aliyê RJAK VE ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi şîara “Bi fikrê Rêber Apo ve azadiya jinê û jiyana azad” hate lidarxistin bi encam bû.
Di rûniştina beşa duyemîn de li ser mijarên mîna “Çareseriya pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî” nirxandin hate kirin. Berdevaka Tevgera Azadî Tara Huseyîn, mamosta Dalya Raûf û endama Komîteya Rewşenbîrî û Zanîstê ya RJAK’ê Evîn Mihemed nirxandin kir û moderetoriya vê beşê jî Kelsûm Huseyîn kir.
Destpêkê Berdevaka Tevgera Azadî Tara Huseyî axivî û got: "Em jin her li ser vê xakê hatine xistin û nasnameya me ji me hatiye standin. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan li ser bingehê vê rastiyê ku dibêje 'li kûderê we winda kiriye, li wir jî lê bigerî û bibînin' rave kiriye. Bi awayekî sosyalojî girtina dest a qonaxan û nirxandina wê bi awayekî rexnegirtin û zanîstî wê sûd jê were girtin. Weke dewlimendî pêwîstiyên qonaxan pêşkêş kirine û weke anternatîv jî sîstema yek têgihîşt û hevjiyana azade."
Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên wiha domand: "Ji bo jinan îdeolojî pêwîste, pêwîste jin pêşeng bin. Bi îradeya azad û hişmendiya jinê be. Ji bo vê yekê jî îdeolojiya rizgarkirina jinê pêşkêş kir. Ku çend madeyên serek di nava xwe de digre. Dibe ku hun bi pirsîn, Birêz Ocalan mêre, lê çawa dibe. Lê ew dibêje 'min zilamê klasîkî di xwe de kuşt, ji bo wê min karî ji bo jinê bi nivîsim' Xalên herî girîng ên vê îdeolojiyê ji evin;
Welatparêzî û girêdana jin bi xakê re, jin û xak herdu dayikin û pêwîste parastina jin û xakê ji hev cûda nekîn.
Fikrê azad, eger teorî danîn li pêş û fikrên xwe ji sîstemê qûtnekin, nikarin bêjin azadin. Bêguman fikrê me neazad be, wê fizîka me jî neazad be. Ji bo vê îradeya serbixwe pêwîste. Ji bo vê divê em bi fikir azad bîn.
Têkoşîn; eger jin têkoşînê nekin, wê nekarin azad bibin. Ji bo têgihîştinê têkoşîn pêwîste. Weke çawa têgotin, "Têkoşîn azadî ye".
Çeka harî mezin a di destê jinê de rêxistine. Divê jin xwe bi rêxistin bike.
Piştre mamostaya Zanîngehê Dalya Reûf jî axivî û wiha anî ziman; "Ev rewşa ku li Kurdistanê rûdayî û krîzên çêbûne, bi taybet bandorî li ser jinan kir, ji ber sedemê ku erkê jinan girantire, di milekê de zarokan xwedî dike û parwerde dike, li milê din jî aboriya xêzanê bi cih tîne. Weke em dibînin di nava kerta hikûmî de ji sedê 76 cih daye mêran û tenê ji sedê 24 jî daye jinan. Lê dîsan di kerta taybet jî rol û erkê kêmtir daye bi jinan."
Dalya Reûf axaftina xwe wiha domand; "Di dema krîzê de beşdarbûna jinan a di xwendinê de kêm bûye. Lê ya mêran zêdetire. Vê rewşê ji wisan kir ku rêjeya mêrkirina jinan zêde bibe.
Herwiha Endama Desteya Rêveberiya Akademiya Zanîst û Runakbîrî ya RJAK'ê Evîn Mihemed jî axivî û wiha anî ziman; "Di nava civakê de jinan di warê pêşxistin û xwedîkirina civakê de rolê sereke hebû. Berdewamkirina jiyanê hertim di nava lêgerîn û dîtinê de ye. Peydakirina aborî yan jî mijarên din madî yên jiyanî pirsgirêka serek ya candara ne. Aborî amrazekî pêşketin û jiyankirinê ye. Sîstema berdewamkirina hebûna xwe ye. Ev yek rêgezekî gerdoniye. Di warên cûda yên jiyanê de her tim berfireh dibe."
Li aliyê din konferansa ku bi beşdariya geleke jinan hate lidarxistin, piştî encamname ji aliyê endama RJAK’ê Sema Mihemed ve hate xwendin û şûnde bi dirûşman bi dawî bû.