Konferansa li Baselê: Divê mêr ji guherînerê vekirî bin
Songul Omurcana ku di konferansa ku li Baselê hat lidarxistin de axivî û got: “Pirsgirêka azadiyê herî zêde pirsgirêka mêran e. Heke em ji guherînê re ne vekirî bin em nikarin pêş de biçin."
Songul Omurcana ku di konferansa ku li Baselê hat lidarxistin de axivî û got: “Pirsgirêka azadiyê herî zêde pirsgirêka mêran e. Heke em ji guherînê re ne vekirî bin em nikarin pêş de biçin."
Ji 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re çend roj man û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) lez da çalakiyên xwe. Konferansa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve hat organîzekirin û gelek jin û mêr jî tevlî bûn, bi şîara “Zayendperestî dikuje, têkoşîn dide jiyîn” pêk hat.
Konferansa ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Siyasetmedar Yurdusev Ozsokmenler, rojnamevan û aktîvîstên jin Denîz Bîlgîn û Songul Omurcan weke axevêr beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê hatin daliqandin. Moderatora rûniştina berî nîvro endama YJK-S’ê Dîlan Çetînkaya
RÊZANIYA RÊBER APO GIRÎNG E
Yurdusev Ozsokmenler têkiliya jin û mêr a di pêvajoya dîrokî de nirxand û diyar kir ku kapîtalîzm li ser keda jinê hatiye avakirin û got: “Jin qada herî mezin a îstîsmarê tê dîtin. Qirkirina zayendî ya yekem û duyemîn bû sedem ku serdestiya li ser civakê çêbibe û kûr bibe. Ez îdia dikim ku herî zêde keda jinan tê xwarin. Ji sedî 80’î jinan xizan û bê milk in. Mal û milk li ser mêran e. Jin her dem neçar in ku li hemû cîhanê di karên duyemîn de bixebitin.”
Yurdusev Ozsokmenler gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîrxist û got: "Rêzaniya Rêbertî ji bo me ji her tiştî girîngtir e."
DIVÊ TÊKOŞÎN HER DEM BE
Denîz Bîlgîn jî anî ziman ku di sala 2023'an de li cîhanê 45 hezar jin hatin qetilkirin û kujer piranî endamên malbatê ne û gotÇ "Mixabin ji aliyê 'hezkiriyên xwe' ve hatin qetilkirin. Ev wêneyek pir xemgîn e. Li Swîsreyê di sala 1991’an de nîv milyon jin ji bo xebateke wekhev dest bi grevê kirin. Par jî bi heman daxwazê grev hatibû lidarxistin. Di vê demê de her çend geşedan hebin jî rewş zêde neguheriye. Zayendperestî her dem xwe hildiberîne, lewma divê têkoşîn berdewam be, ne tesaduf e ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di civaka Kurd de derketiye holê.”
DIVÊ MÊR JI GUHERÎNERÊ VEKIRÎ BIN
Di beşa sêyemîn û dawî ya konferansê de rojnamevana jin Songul Omurcan bi sernavê "Li dijî zayendperestiyê avakirina hevjiyana azad û di têkoşîna li dijî zayendperestiyê de rê û rêbaz" pêşkêşî kir.
Songul Omûrcan diyar kir ku pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka jinê ye û got: “Pirsgirêka azadiyê bi piranî pirsgirêka mêran e. Divê hevkarên me xwe ji guherînê re vekirî bihêlin. Di derdorên partiyê de kesayetek demokratîk lê li malê kesayetek cûda nayê qebûlkirin. Şehîd Mahîr Atakan di perwerdeyan de ev yek pir zelal anî ziman. Divê em ji bîr nekin ku her mêr xwedî potansiyela kuştina jinê ye.”
Piştî axaftinan beşdaran nêrîn û pirsên xwe anîn ziman.
BIRYARÊN BEYANNAMEYÊ
Piştre jî daxuyaniya dawî ya konferansê bi beşdaran re hate parvekirin. Di deklerasyona ku bi yekdengî hat qebûlkirin ev biryar hatin girtin: