Rûniştina danê êvarê ya 2’emîn Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî bi moderatoriya Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer berdewam kir. Di rûniştê de jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê bal kişandin ser pirsgirêkên jinên Kurd û nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
Ji jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn, pêşî ji Başûrê Kurdistanê Çîmen Heme Reşîd mafê axaftinê girt.
Reşîd bal kişand ku divê jin li her qada siyasî û civakî de di nava organên ku biryaran didin de cihê bigirin. Reşîd destnîşan kir ku yekitiya neteweyî jî yek ji vana ne û got; Divê mirov serxwebûn û azadiya neteweyî du qatan ji bo jina Kurd bihizire”. Reşîd diyar kir ku divê beriya berjewendiyên partî û rêxistinan, berjewendiyên neteweyî bên.
Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de, di panela bi mijara Pirsgirêkên Jinan de, Nûnera HAK-PAR’ê û Delegeya Bakûr Herdem Ekîncî axivî. Herdem, li ser pirsgirêkên ku jin dijîn rawestiya. Herdem, destnîşan kir ku jinên kurd ji bo bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin, divê azadiya xwe pêk bînin. Herdem da zanîn ku azadî jî, bi yekîtiya jinan dê pêk bê. Herdem, balkişand ser pêkanînên li hemberî jinan, ên wekî bedêl, kuştinên di bin navê namûsê de û tundiya bi her awayî, ku ji bo jinan xeter in. Herdem, wiha got: “Ji bo ku ev hemû pirsgirêk çareser bibin, divê berî her tiştî, jin azadiya xwe pêk bînin.”
‘BERIYA AZADIYÊ ZANEBÛN’
Dr. Kurdistan Mokiryanî jî diyar kir ku ew di nava cıvata jinên Kurd a ku têde çarenûsa gelê Kurd gotûbêj dikin de cih digire û ji ber wê jî pir serbilind e. Mokriyanî bal kişand ser têkiliya axê û zimanê zikmakî û bal kişand ser rola jina Kurd a ji bo parastina nasname û zimanê Kurd. Mokriyanî destnîşan kir ku divê jinên Kurd pêşî girîngiyê bidin ser perwerde û zanebûna zarokên xwe.
Ji delegeyên Rojhilatê Kurdistanê Dr. Kejal Rehmanî jî bi pirsa “Gelo em dizanin em çi dixwazin?” dest bi axaftina xwe kir. Rehmanî destnîşan kir ku divê em beriya bêjin serxwebûn, federalîzm, xweserî, divê em jin û nasnameya neteweyî pênase bikin.
Mahabad Mihemed jî axivî jî, bal kişand ser bandora ku parçebûna welatê kurdan li ser civakê kiriye. Mahabad got “Feraseteke zayendparêz heye. Divê cihê jinê yê di mekanîzmayên biryarê de, bê zêdekirin. Divê jin di biryarên siyasî de berpirsyarî bigirin ser xwe.” Mahabad pêşniyaza “Bila danezaneke jinê bê avakirin” kir û xwest ku jin di asta amadekariya konferansa netewî de roleke çalaktir bigirin ser xwe.
‘EM NAXWAZIN KURD BÊ STATÛ NEMÎNIN’
Delegeya Rojavayê Kurdistanê û endama Meclîsa PYD’ê Şehnaz Şêxî jî axivî û bal kişand ser dînamîkên navxweyî yên Kurdan ên ji bo yekitiya netweeyî. Şêxî got; “ Ji ber ku em van rojên dîrokî parve dijîn, em pir keyfxweş in. Em weke jinên Kurd vê pêvajoyê pir girîng dibînin. Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin. Ji ber wê jî dê têkoşîna me bandorê li van pêşketinan bike.”
Şehnaz Şêxî, destnîşan kir ku dê statuya Kurdan ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de xwedî rola kilîdê be. Şêxî bal kişand ku li her çar parçeyek ên Kurdistanê polîtîkayên cûda xistine dewrê û bal kişand ser hewceyî û pêwîstiya Kurdan a bi piştgiriya bi hev re.
Endama PYD’ê Şehnaz Şêxî bal kişand ku tecrîda li ser Ocalan ketiye roja 300’emîn û got; “Rêberê me 13 sal in di tecrîda ji aliyê hêzên desthilat ve hatiye dayîn de ye. Rêbertiya me pêşengiya avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk diek. Cîhana wî bi cîhanê re qut kirine. Ji bo gelê me li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statu beriya her tiştê dengê Rêberê me qut kirin.”
XOZAT: DIVÊ JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎNEK HEVPAR BÊ MEŞANDIN
Delegeya Koma Jinên Bilind (KJB) Besê Xozat ku li ser girîngiya pêşketina sîstema rêxistinkirina jinê ya demokratîk rawestiya, diyar kir ku sedema koletiya jinê, sîstema desthilatdar e. Xozat, destnîşan kir ku jin pirsgerêka xwe ya netewî çareser bike jî, divê xwe ji feraseta zilam xilas bike.
Xozat wiha berdewam kir: “Nîqaşkirina pirsgirêkê ya bi feraseta zilam, encam nade. Divê em sîstema yekîtiya netewî bipêş bixin. Pêwîstî heye ku sîstema rêxistinkirina jinê ya demokratîk bipêş bikeve. Ji bo azadî û îradeya jinê, Rêber Apo keda mezin da. Sedema Sîstema Îmraliyê jî ew bû ku ji ber ku Rêber Apo dostê jinê bû, ji bo azadî û îradebûna jinê ked û têkoşîna mezin da, wî bêdeng bike. Lewma bû hedefa hêzên kapîtalîswt û dewletperest. Ji bo Rêber Apo azad bibe û daxîlê vê demê bibe, bi giştî jinên kurd jî divê têkoşîneke hevpar, berfireh û kûranî bimeşînin. Di zîndanên li Tirkiyê, Îran û Suriyê de gelek jinên têkoşer hene. Ji bo azadiya wan jinan jî, têkoşîna hevpar lazim e. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya jinan, têkoşîneke hevpar divê bê meşandin. Divê ev jî di vê konferansê de bi rengekî, bibe biryar.”