Konferansa Jinan di roja duyemîn de dest pê kir

Konferansa Jinan di roja duyemîn de dest pê kir

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di roja duwemîn de dest pê kir. Delegeya ji Başûrê Kurdistanê Dr. Viyan Silêvaneyî ku di roja 2’yemîn a Konferansa Netewî ya Jinê de axivî û Viyan, daneyên li Herêma Kurdistanê di siyasetê de rola jinê bi guhdaran re parve kir.

2. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh dest pê kir, di roja duyemîn de jî, didome. Rûniştina yekemîn a konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê tê lidarxistin, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ dest pê kir.

Delegeya ji Başûrê Kurdistanê Dr. Viyan Silêvaneyî ku di panela danê sibê de axivî, li ser biharên gelan ên li Rojhilata Navîn rawestiya. Jinên kurd jî beriya bihara gelan, du car dihatin perçiqandin. Viyan, daneyên li Herêma Kurdistanê di siyasetê de rola jinê bi guhdaran re parve kir.

Viyan, diyar kir ku hejmara jinan li gorî salên berê, di saziyên fermî de zêde bûye û wiha got; “Ya ku di nav dilê zarokên xwe de tovên welatparêziyê çandiye jî, dîsa jin e. Ji bo feraseta jinê were zanîn, divê ji dibistana seretayî destpê bike û bernameyên taybet ên li ser mijara jinê, bên çêkirin.”