Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî bi dawî bû

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî bi dawî bû

Konferansa ji aliyê Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya DBP’ê bi dirûşmaya, “Em av, ax û enerjiya xwe komunal bikin û jiyana azad û demokratîk ava bikin” hat lidarxistin di roja duyemîn de bi dawî bû.

Di konferansa li Salona Konferans û Civînê ya Şaredariya Artemêtanê pêk hat, aktîvîstên DOKH'ê, Berpirsiyara Rêveberên Heremî û Alîkara Hevserokên DBP'ê Çîmen Işik, Endama Komîsyona Jinan a Rêveberên Xwecihî ya DBP'ê Hamîde Yuksel, Hevşaredara Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan û endamên meclîsa jinan amade bûn.

Berpirsiyara Rêveberên Xwecihî û Alîkara Hevserokên DBP'ê Çîmen Işik, diyar kir ku pergala hevserokatiyê di dîroka siyaseta cîhanê de rêyek nû vekir. Işik, anî ziman ku tevgera siyasî ya Kurd di rêveberên xwecihî de pergala hevserokatiyê xist dewreyê û jin rola xwe dê bi layîk bilîze û wiha got: "Pergala me ya hevserokatiyê, hevserok ji endamên meclîsê xwedî payeyeke bilind nîn in. An jî hevserokê zilam ji hevseroka jin bi paye nîn e. Bîrdoziya azadiya jinê her tim li hemberî desthilatdariyê şer kir û tu caran zextên hişmendiyan zilam qebûl nake."

'RÊXISTINBÛNA JINÊ TUNE BE RÊXISTINA CIVAKÊ ÇÊNABE'

Endama Komîsyona Jinan a Rêveberên Xwecihî Hamîde Yuksel jî diyar kir ku divê jin pêşengiya avakirina jiyana nû bike. Yuksel, anî ziman ku jina bi pergala hevserokatiyê firsenda di her aliyê civakê de xwe rêxistin bike girt û wiha got: "Di civakê de jin çiqas xwe rêxistin bike civak dê ewqas xwe rê xistin bike û ber bi rêya azadiyê ve biçe. Divê herî zêde jin xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin."

Endama Komîsyona Rêveberiyên Xwecihî ya BDP’ê Hamîde Yuksel a di rûniştina piştî nîvro ya konferansê de axivî got ku pêkhateyeke komunalîteya demokratîk a li ser esasê paradîgmaya şarederiyeke demokratîk, beşdar, azadîxwaziya jin, ekolojîk dike hedef pêwîst e.

Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîmen Işik jî diyar kir ku tevî hemû zextên pergalê jî wê gelê Kurd dest ji pergala hevserokatiyê bernede û li hember helwestên dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn ên li dijî jinan mêtinkar, înkarker û tuneker berdêla wê çi dibe bila bibe wê têbikoşin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban jî anî ziman ku pêwîst e hemû hevşaredar û endamên meclîsê yên jin ên navçe û bajêr ên Wanê ji bo avakirina jiyana demokratîk komunal bi ruh û can tevbigerin.

PÊŞNIYAR

Di encama konferansê de,  projeyên avakirina bazarên berhemên destan ên jinan, bajarên jinan,  projeyên gundên zarokan, ji bo jinan xanî, ji bo xwendekarên jin yurt, ji bo jinên li dijî fihûş û tiryakê têdikoşin kreş, plajên jinan, ji bo jinên li gundan dijîn bazar, ji bo parastina tevna dîrokî ya bajêr xebat, pêşxistina projeyên gund bajar, pêşxistina kooperatîfan, pêşxistina lingê bazirganiya derve ya komunal, ji bo astengdaran qadên îstîhdamê, Ji bo pêşketina çandiniyê laboratuvarên analîza axê û hwd. gelek pêşniyar hatin kirin.

Piştî axaftin û nirxandinan ji bo Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Herêma Serhed endam hatin hilbijartin.