Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî li Amedê destpê kir
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî li Amedê destpê kir
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî li Amedê destpê kir
Konferansa bi navê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya ku ji aliyê Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên DBP’ê bi beşdariya 180 delegeyan destpê kir. Konferans li Salona Şaredariya Rezan pêk tê.
Konferansa jinan a di heman demê de, li 6 bajaran ji aliyê DBP’ê ve hate pêkanîn, li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan a Amedê destpê kir. Di salonê de pankarta, “Em ax, av û enerjiya xwe komun bikin û jiyana azad û demokratîk ava bikin” hate daliqandin.
Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên DBP’ê, Hevseroka DBP’ya Amedê Hafize Îpek, hevserokên bajar û navçeyan û hevkarên DOKH’ê tevlî konferansê bûn. Konferansa bi beşdariya 180 delegeyan pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştre Kişanak axaftina vekirinê kir. Kişanak diyar kir ku di konferansê de wê vîn û nêzîkatiyên jinan ên ji bo xizmeta gel bêne gotûbêjkirin.
Kişanak diyar kir ku li cîhanê, bi taybet li Tirkiye û Rojhilata Navîn behsa navê jinan jî nayê kirin. Kişanak got: “Beriya hefteyekê ez tevlî Rêxistin û Rêveberiyên Herêmî yên Cîhanê bûm. Gava min behsa sîstema me ya hevserokatiyê kir, matmayî bûn. Meraq kirin ka me çawa ev sîstem ava kiriye. Di civînê de hate gotin ku wê Komîteya jinan a Rêxistin û Rêveberiyên Herêmî û Bajarên Yekbûyî yên Cîhanê civîna xwe li Amedê pêk bînin û dixwazin ji nêzîk ve bişopînin.”
EM Ê AVAKIRINA JIYANEKE DEMOKRATÎK GOTÛBÊJ BIKIN
Kişanak diyar kir ku nêzîkatiyên desthilatiyê jinan xistiye rewşa pozîsyona duyemîn û got: “Em îro hişmendiya desthilat a zilaman lêpirsîn dikin û em ê sîstema dewletê jî lêpirsîn bikin. Rêveberiyên herêmî ji bo sîstemên bi dewlet alternatîfek e. Em vê yekê weke alîkariya xizmetên civakî dibînin, an jî weke polîtîkayên civakî dibînin. Di bi navê xizmetên civakî de careke din jin hatine dabeşkirin û jin careke din ketine pozîyona duyemîn. Em ê gotûbêj bikin ka em ê çawa bikarin civaka demokratîk ava bikin.”
Piştî axaftina vekirinê dîwan hate hilbijartin. Konferans piştî perspektîfên jinan hatin xwendin, li çapemeniyê girtî pêk hat. Di konferansê de, wê sîstema hevserokatiyê, gotûbêjên modelê, xwendina polîtîkayên civakî û nirxandin, xwendina poltîkayên aborî, di rêveberiyên herêmî de ekolojî, polîtîkayên mîmarî yên bajarvanî, nirxandina pêşniyaran bên gotûbêjkirin û piştre wê komsîyonên herêman û delegeyên konferansa navendî bêne hilbijartin.