Komuna jinan hat avakirin

Komuna jinan hat avakirin

Li bajarê Dêrikê civînek ji bo jinên Kurd, Ereb û Suryanî hat lidarxistin û têde yekemîn komuna taybet bi jinan hat avakirin.

Rêxistina Yekîtiya Star li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê ji dehan jinên Kurd, Ereb û Suryan ên li Taxa Sûkê dijîn re civînek lidar xist.

Civînê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Dêrikê Raperîn Cûdî axivî û pêwîstiya avakirina komunên taybet bi jinan diyar kir.

Raperîn Cûdî da zanîn ku pêwîstiya jinên herêmê bi yekîtiyê heye tevî ku her yek ji neteweyeke cûda ye lê divê jin li hember zîhniyeta baviksalariyê bi yek bin.

Piştî wê girêdayî makanîzmeyan karê komunên jinan gotûbêj hatin kirin. Di civînê de  ji bo avakirina komunê 7 kes hatin hilbijartin ji wan du jin Suryanî ne.