Komkujiya Parîsê li Dusseldorfê hat şermezarkirin

Komkujiya Parîsê li Dusseldorfê hat şermezarkirin

Komkujiya Parîsê, li ber konsolosa Fransayê ya li Dusseldorfê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Di ser kuştina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez re heft meh derbas bûn. Kurdistaniyên li Ewropayê yên her hefte ji bo ronîkirina komkujiyê dadikevin kolanan, çalakiyên xwe vê hefteyê jî dewam kirin.

Kurdistaniyên li ber Konsolosa Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê hatin cem hev, nerazîbûn nîşanî hikûmeta Fransayê dan ku daxuyaniyeke têrker nedaye.

Çalakgeran dan xuyakirin ku heta komkujî bi temamî bê ronîkirin ewê çalakiya dewam bikin. Kurdistaniyan pirsên "Hikûmeta Fransayê çima bêdeng e? Gelo ji ber ku çav li komkujiyê girt?" kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi naveroka daxwaza edaletê ji bo Cansiz, Dogan û Fîdan, hatin belavkirin.