Komîteya Kampanyayê piştgirî da Guven

Komîteya Kampanya "Şîdeta li dijî Jinê polîtîk e" berxwedana Leyla Guven silav kir û bang li civakê bi taybetî jinan kir ku li ber xwe bidin.

Komîteya Kampanyaya "Şîdeta li dijî jinê polîtîk e" bi daxuyaniyekê piştgirî da Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 77 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Leyla Guven ne tenê nefereke têkoşîna mafdar a gelê Kurd e, di heman demê de jineke bi rûmet e ku bi salan ji têkoşîna azadiya jinê re pêşengî kiriye.

Di daxuyaniyê de işaret bi sekna Leyla Guven a li dijî şîdeta li jinê kir û hate gotin, "Di tevahiya emrê xwe de li dijî şîdeta civakî û şîdeta dewletê têkoşiya."

Komîteyê ragihand, yek ji nîşaneyên şîdeta bi her awayî ya li jinê tê kirin, şîdeta dewletê û şîdeta polîtîk e ya xwe dispêre desthilatdariyê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, bi nêzîkatiya li Leyla Guven re şîdeta polîtîk bi rengekî eşkere xuya dike û hate gotin, "Wergirtina mafên wê ji destê wê, tevî ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, xespkirina îradeya wê, şîdeta herî giran e. Her wiha bêbersivhiştina daxwazên wê yên greva birçîbûnê, nîşaneya şîdeta polîtîk û îdeolojîk a dewletê ye. Dema ku mirov bala xwe bidin ser greva birçîbûnê û daxwazên Leyla Guven wê were dîtin ku şîdeta herî mezin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Sîstema Îmraliyê ku sîstemeke êşkenceyê ye, cihê ku şîdet herî zêde lê berbiçav bûye. Tecrîd, di şexsê Rêberê gelekî de şîdeta rêxistinbûyî ya li civakê ye."

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Îmraliyê û ya Leyla Guven hate silavkirin û hate gotin, "Li dijî çanda şîdetê ya dewletê û desthilatdariya AKP'ê, em bang li civakê dikin bi taybetî jinan, ku li ber xwe bidin û çalakiyan li dar bixin."