Komîna jinên Êzidî ya Ş. Xanê Sîpan hate ragihandin

Bi wesîleya Roja Dayikan, li bajarê Bielefeldê Komîna Jinên Êzidî ya Şehîd Xanê Sîpan hate ragihandin.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê pêk hat û 70 delege beşdar bûn.

Berdevka Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş di destpêka kongreyê de axivî.

Alkiş destnîşan kir, sekna jinan bi taybetî ya dayikan di vê pêvajoyê de, cihê pîroziyê ye û got, "Çawa ku bi hêza jinê DAÎŞ têk çû û bi sedan jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin, wê faşîzma Erdogan jî bi sekna jinên azad were rûxandin. Tecrîdkirina jinan, gelan a ku di şexsê Rêber Ocalan de tê kirin, wê bi dawî bibe."

Piştre dîwan hate hilbijartin û daiyka Perîşan ku dayika Şehîd Xanê ye, xwişka Zekî Şengalî û Metika Şehîd Sîpan e, Roja Dayikan li dayikan hemûyan pîroz kir.

Endama Rêveberiya SMJÊ Hayat Akman li ser girîngiya rêxistinbûna jinên Êzidî axivî û destnîşan kir ku çalakiya herî mezin rêxistinbûn e.

Di kongreyê de rêzîknameya komînê hate xwendin û rêveberiya ji 11 jinan hate hilbijartin.

Derbarê Ş. Xanê de ku berî 11 salan di nava refên têkoşîna azadiyê de şehîd bû, sînevîzyonek hate nîşandan.

Di dawiya kongreyê de Komîna Jinên Êzidî ya Şehîd Xanê Sîpan hate ragihandin.