Komeleya Jinan ya Amarayê sêyemîn sala xwe pîroz kir

Komeleya Jinan ya Amarayê sêyemîn sala xwe pîroz kir

Jinên Kurd yên li bajarê Stockholmê dijîn di pîrozkirina 3. sala avabûna Komeleya Jinên Kurd ya Amarayê de hatin gel hev û pirsgirêkên çavkaniya xwe ji jin û koçberiyê digirin nîqaş kirin.

Di şahiya salvegerê ya li navenda Komeleyê hat pêkanîn de, Endama Lijneya Rêveber ya Komeleya Jinên Kurd ya Amarayê Ferah Bozcali li ser pirsgirêkên jinan yên li Swêdê axaftinek kir. Bozcali bal kişand ser girîngiya yeketiya jinan da ku van pirsgirêkan derbaz bikin, pêwîste xebatek kollektîf bê meşandin û bi jinên neteweyên din re jî hevkarî bê kirin.

Hinek jinên tevlî civînê bûn pêşniyar kirin ku, li dijî rêxistinên paşketî û oldar tekoşînê bidin meşandin, hinekan jî pêşniyar kir ku li dijî tundiya li ser jinê tekoşîn bê meşandin û her wiha hinek jinan jî xwestin ku li beramberî bikaranîna madeya hişber û fêrbûnên xirab ên ciwanan xebatên astengkirinê bên rêxistinkirin. Di civînê de hate pêşniyarkirin ku, di binya komeleyê de rewşa jinên rastî tundî û ciwanên fêrî tiştên xirap dibin bêne nirxandin û çareserî jêre bê afirandin.

Şukran Kara piştî ku wateya nav û girîngiya Amarayê bilêv kir, her wiha girîngiya qezenckirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rave kir. Kara destnîşan kir ku, di serkeftina tekoşîna Kurdistanê de rolê serokatî diyarker e, her wiha ji bo Ocalan bigehe azadiya xwe pêwîste jin hîn bêhtir tekoşîna xwe bilind bikin.

Li ser navê Yeketiya Jinên Elewî yên li Ewropayê Nevîn Kamîlagaoglû axaftine kir û diyar kir ku, li Tirkiyeyê yek ji gelên herî kevin Kurd in, ew jî weke Elewiyan rastî zext û komkujiyan hatine. Her wiha, bal kişand ser tevlîbûna jinan ya di tekoşîna gelên bindest de û her wiha bilêv kir ku, pêwîste ji bo demokrasî çêbibe û gelên bindest mafê xwe bistînin, wan pêşbîniya birûnin û bi hev re bikevin nava tekoşînê.

Jinên ku xwestin civînên bi vî awayî hîn bêhtir çêbibin, piştre li gel stranên hatin strîn bi hev re dîlan girêdan.