Komeke çekdar jinek ciwan ya Kurd revand û pere dixwazin

Komeke çekdar jinek ciwan ya Kurd revand û pere dixwazin

Komeke çekdar li ser benda kontrolê ya Şêx Elriz a di navbera taxên Bustan Başa û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê de, 22’ê Gulana 2013’an jinek ciwan ya Kurd a bi navê Tolîn Kor Elî revandin û telefonî malbata wê kirin ku ji bo serbest berdana wê 3 milyon ji wan xwastin.

Koma çekdar li ser benda kontrolê ya Şêx Elriz a di navbera taxên Bustan Başa û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê de, jineke ciwan a Kurd û xizmeke wê revandin, piştî 2 rojan xizmê wê berdan û jina ciwan li ba xwe hiştin ji peran ji malbata wê bistînin. Malbata Tolîn Kor Elî diyar kirin ku, koma çekdar piştî 2 rojan ji revandina wan telefonî wan kirine û ji bo serbest berdana keça wan 3 milyon ji wan xwestin.

Malbatê metirsiyên xwe anîn ziman û bang li aliyên têkildar kirin ku keça wan ji destê koma çekdar rizgar bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê dema dawî de gelek bûyerên windabûn û revandina ciwanên Kurd li bajarê Helebê zêde bûye û bi taybet li taxa Şêxmeqsûd, ev jî dibe sedema metirsiya şêniyên taxê ji dubarekirina van bûyeran.