Komcivîna Jinan bi dawî bû

Komcivîna Jinan bi dawî bû

Komcivîna 17’emîn a Navendên Stargeh Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinan ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd û gelek tevger û derdorên femînîst ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve di dîroka Navendên Stargeh Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinan 25-26 û 27’ê Cotmehê de li Sumer Parka Amedê pêk hat, îro bi dawî bû. Beşdarên Komcivînê wê biçin navçeya Pirsûsa Rihayê û piştgirî bidin berxwedana Kobanê. Encamnameya Komcivînê wê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hember Tundiya li dijî Jinan bê aşkerakirin.

Tevgera Jinên Kurd û gelek saziyên femînîst û tevgerên jinan ên  Bakurê Kurdistan û Tirkiye di 17'emîn Komcivîna Navendên Piştevanî/Şêwirmendiyê û Stargehên Jinan di 25-26 û 27'ê Cotmehê de li Salona Sumer Parkê ya Amedê hatin pêk hat bi dawî bû. Encamnameya Komcivînê wê  25’ê  Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hember Tundiya li dijî Jinan bê aşkerakirin.

Selîme Buyukgoz ku li ser navê Mor Çatiyê tevlî Komcivîna Jinan bû, diyar kir ku ev 17 sal in li dora vê komcivînê jin tên gel hev û ev yek ji bo wan gelekî girîng e. Buyukgoz destnîşan kir ku di vê komcivînê de wan bi tecrûbeyên xwe çareserkirina pirsgirêkan afirandine û wiha axivî: "Ya yekemîn me zêdetir cînayetên jinan de rojeva komcivîna stargehan ava kir. Ji bo balê bikşînin ser tundî û cînayetên jinan erênî derbas bû. Ya duyemîn jî di nava şert û mercên şer de li Amedê pêkanîna komcivînek bi vî rengî gelekî girîng bû."

Aktîvîsta Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Ferîde Eralp jî da zanîn ku ji ber ku ev komcivîn li Amedê pêk hatiye gelekî girîng e û got ku ev 42 roj in çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikin.

Eralp bilêv kir ku bedena jinan kirine qada şer û  wiha axivî: "Ji bo pêşiya cînayet û tundiya li dijî jinan tê meşandin bigirin ev komcivîn gelekî girîng bû. Em naxwazin bedena jina bikin qada şer. Li dijî vê yekê em têdikoşin."

Piştî bi dawîbûna komcivînê jina bi tilîlî, gotina stranan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwadana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" berxwedana Kobanê şervanên YPJ'ê silav kirin.

Beşdarên Komcivîna 17’emîn a Navendên Stargeh Şêwirmendî û Piştevaniyê ya Jinan wê sibê saet di 07.00 de li ber otela Prestîj li hev kom bibin û ji bo destekê bidin berxwedana Kobanê wê biçin navçeya Pirsûsa Rihayê.