Kombûna Jinan a Zenûbiya piştgirî da kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe ji bo kampanyaya "Na ji darvekirinê re’ ragihand.

KAMPANYAYA NA JI DARVEKIRINÊ RE

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî kampanyaya "Na ji darvekirinê re" dibe. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî çalakiyê bûn.

Berdevka Kombûnê Xûd El Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta Îranê bi zîhniyeta xwe ya paşverû, mafên jinan û civakê Îranê binpê kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku jinan li hember vê zîhniyetê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" serî hilda.

Yekitiya Ragihandina Jinan (YJR) 12`ê Tebaxê bi daxuyaniyekê destpêkirina kampanyaya "Na ji darvekirinê re" ragihandibû û diyar kiribû ku dê heta 19`ê Tebaxê dewam bike.

13`ê Tîrmehê jî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) tevlî kampanyaya YRJ`ê bû. YRA`yê bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên têkildarî rojnamevaniyê kir ku tevlî kampanyayê bibin.