Kolektîfa piştevaniya femînîst a bi Kobanê re diçe ser sînor
Kolektîfa piştevaniya femînîst a bi Kobanê re diçe ser sînor
Kolektîfa piştevaniya femînîst a bi Kobanê re diçe ser sînor
Kolektîfa Piştevaniya Femînîst a bi Kobanê re, wê di 5'ê Mijdarê de civîneke çapemeniyê lidar bixe û di 6'ê Mijdarê de jî delegasyonekê bişîne ser sînorê Kobanê.
Kolektîfa Piştevaniya Femînîst a beriya demeke kurt li Fransayê ava bû, ji bo aliyê femînîst ê projeya civakî ya li Rojava nîşan bide û destekê bide Kobanê, hewl dide li Fransayê seferberiyeke femînîst organîze bike.
Kolektîfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Fransayê François Hollande da ku projeya herêma tampon a Tirkiye ferz dike, destek dike.
Kolektîfê her wiha nerazîbûn nîşanî ranekirina biryara nepenîtiya li ser dosyayên qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd da û destnîşan kir ku divê ew destekê didin helwesta şervanên Rojava ya destwerdana emperyalîst red dike û bê şert û merc alîkariya çekan dixwazin.
Civîna çapemeniyê ya kolektîfê wê di 5'ê Mijdarê saet di 11:00 de li navnîşana "10 rue Vivienne" ya Parîsê bê lidarxistin.
Di civînê de nûnerên Kolektîfa Piştevaniya Femînîst Cingi Kocaost, û Magdelena Brand, Seroka Weqfa Jinê ya Navneteweyî û endama Nûneriya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç wê amade bin.
Di konferansa çapemeniyê de wê delegasyona roja 6'ê Mijdarê ber bi sînorê Kobanê ve were şandin, bê ragihandin. Li dû serdanê wê delegasyon raporekê amade bike.