Kolan dê bi rengê jinê bên xemilandin

Kolan dê bi rengê jinê bên xemilandin

Rêxistinên jina û jinên, di 25’ê Mijdara Roja Tundiya li Dijî Jinê de bi rengekî girseyî û çalakiyên cûr be cûr derkevin qadan.

Rêxistinê Jinan, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de amedekariyên gelek furom, civîn û şahiyên gireyî kirine. Bê ku demê winda bike tundiya li himberî jinê, polîtîkaya bêçareseriyê jî zêde bûye. Jin dê li himberî vê polîtîkayê li forumên taxan, zanîngehan, li rêxistinan, kolanan de bi gelek rengan çalakiyên cihê reng li darbixin.

Rêxistinên Jinan ji bo çalakiyên wan hîn bi girseyî û bi bandor bin standa vedikin û broşûran belavdikin, li tora civakî agahiyan didin û bang dikin û amadekiriyên 25’ê Mijdarê jî didomînin. Jin dê 25’ê Mijdarê tenê di rojekê de sinordar nehêlin. Di hefteyê de bi şîara “ Hêz û piştgiriya me li Geziyê bi destxistî, ya li himberî tundiya zilam û dijminatiya jinê mezin dibe.” Wê li qadan bin.

CÛRÊN ÇALAKIYAN BI FORUMÊN CÛDA DÊ PÊKWERIN

Ji derveyî forumên li Enqereyê bi beşdar bûna jinên KESK, DÎSK û TMMOB’yê li gel LGBT’yê wê di 21’ê Mijdarê de bi Hevgirtina Jinên Enqereyê li Guvenparkê  Foruma jinan li darbixin. Di forumê de dê her cûrê şidetê were dest girtin. Wê di foruma di 21’ê Mijdarê de pêşangeha li ser tundiya li himber jinê were pêşandan. Wê medya û ragihandin werin vexwedin.

Di 22’ê Mijdarê de bernameya radyoyê, di 23’ê Mijdarê de li parka  Guvenparkê boyekirina tişortan, wê di atolyaya metîn, xebatê drama, yogayê werin meşandin. Di 24’ê Mijdarê de bi beşdarbûnek zêde û hunermedan hevdîtinek mezin li himber tundiyê were li darxistin. Dê bi slogana "Serhildan, kolan, hevgirtin,were were were..." li parka Guvenpark pêk were.

 Dê di konserê de Îlkay Akkaya, Feryal Oney, Pinar Aydinlar, Aylin Aslım, Yasemin Goksu, Dalepe Nena, Zulfu Kadin Korosu,  Civaka Mizûkê ya UKK û  Grupa Haziran ê derkevin li ser dikê.

Dê 25’ê Mijdarê jî kolan vale nemînin.

ROJÊN ÇALAKIYÊN SOR

Jinên di foruma ku di 25’ê Mijdarê de li darbixin de pêvajoya serhidana piştî berxwedana Geziyê destpêkirî ya binavê “serhidana Hezîranê” dansê bikin.  Jinên ku bi quşkê li himberî TOMA’ yan li berxwedidan bi pêşniyara wan di çarcoveya çalakiyên afineriyê de di 25’ê Mijdarê de bi navê  “Li himberî tundiyê rojên sor” li darbixin.

TUNDIYA DEWLETÊ DI PLANA PÊŞ DE YE

Di çalakiyan de di dema pêvajoya berxwedana Geziyê de malên keç û kuran, cil û berg û hewildanên zewacê ku dewlet di planên pêş de digirin, di nîrxandinên hatîn kirin de derket pêş.  Jin dê bê bawerîbûna hikûmeta AKP’ê ya li himberî jinê mehkûm bike.

Weke din dê li bajarên Kurdistanê û li gel Îzmîr li gelek navendên din jî jinên dê ji bo daxwazên xwe dengê xwe bilind bikin.