KJK: Kader Ortakaya bû şopdara xeta fedayî
KJK: Kader Ortakaya bû şopdara xeta fedayî
KJK: Kader Ortakaya bû şopdara xeta fedayî
Koordînasyoan KJK’ê der barê qetilkirina Kader Ortakaya ku duh ji aliyê leşkerên Tirk ve hedef hat girtin û qetilkirin de daxuyaniyek da û wiha got: “Tevî ku sînor derbas kiriye jî Ortakaya kirine hedef û ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê û hêzên mîlîtarîst çiqas ji berxwedana Kobanê û azadiya gelê Kurd ditirsin. Ji bo gelê Kurd Kobanê kilîda çareseriyê ne û ev nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê li dijî pêvajoya çareseriyê ye."
KJK’ê da zanîn ku ev du meh e li Kobanê têkoşîneke bêhempa tê meşandin û berxwedana Kobanê ne tenê ji bo Kurdan di şexsê Arîn Mîrxan û Necat Suphî de ji bo rûmeta hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê dayîn.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Her çar parçeyên Kurdistanê bûye warê berxwedanê. Sînor her diçin bê wate dimînin. AKP ya ku tehemula wê ji rêxistina gelê Kurd tune, herî zêde li Rojava û bi taybetî jî li dijî îradeya jinê ya Kobanê derketiye holê bê çare maye û tehemula wê nameya. Di encama vê êrîşkarî û bêçaretiya wê de jina ciwan Kader Ortakaya duh ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibe sînor derbas kiriye ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.
Tevî ku Ortakaya sînor derbas kir jî hedef hat girtin û hate qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê û hêzên mîlîtarîst çiqas ji pêşxistina berxwedana Kobanê û azadiya gelê Kurd ditirsin.
Ji bo gelê Kurd kilîda çareseriyê Kobanê ye. Ev nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê jî nêzîkatiya li dijî pêvajoya çareseriyê ye. Hevala me Kader Ortakaya, bûye şopdara xeta fedayî ya ku hevala Şehîd Arîn Mîrxan ku bûye sembola jinên ciwan ên di YPJ’ê de li ber xwe didin. Hevala Kadriye ev du meh e li xeta sînor li ber xwe dide û gihiştiye armanca xwe.
Destana Kobanê li her erdnîgariya ku ziman, ol, nîjadên cuda hebe deng da û serdest jî ji vê ditirsin. Bila serdest vê zanibin ku heta heta dawiya dilopa xwîna xwe ji bo azadiya Kobanê ya ku me tovên azadiyê lê çandine em ê têbikoşin.
Em di şexsê Şehîd Kadriye de hemû şehîdên vê berxwedana bi heybet bi rêz bibîr tînin û soza we ya girêdana têkoşîna wan didin û careke din bang li hemû jinên ciwan dikin ku berxwedana xwe bilind bikin.”