KJK: Hilbijartina 24’ê Hezîranê Komployeke

Koordînasyona KJK’ê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê tesbîta: “Komploya herî mezin a li dijî gelên Tirkiyeyê” hatiye kirine.

Koordînasyona KJK’ê ya têkildarî hilbijartin û encamên wê daxuyaniyeke nivîskî da, binî xet kir ku ti meşrûtyeteke ya hilbijartinê nîne û bibîr xist ku hesabê li bin bendê xistina HDP’ê pêk nehatin.

Daxuyaniya KJK’ê bal kişand ser van xisûsan:

“Hilbijartina 24’ê Hezîranê li ser bingeheke demokratîk a siyasî û polîtîk derket holê ku bi encamên cidî yên derketîn, ketiye pêvajoyeke nû. Di sedsala 21’an de weke hêza azadiya jinan û avakirina demokrasiyê bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re berpirsyartiyên me yên şoreşgerî hê zêdetir bûye. Li dijî êrîşên xurt ên faşîzmê, yê bi serketî siyaseta demokratîk û demokrasî ye. Yên bi ser ketîn jinên di demokrasiyê de israr kiriye. Yên bi ser ketî pradîgmaya azadiya Rêber Apo ye.

Ji ber xebat û keda hemû Kurdistanî û gelê xwe yên di nava tempoyeke baş a bi ruhê fedayî ya hilbijartina 24’ê Hezîranê de ked dane pîroz dikin. Vê sekna gelê xwe ya ku serî li ber faşîzmê û zilmê netewandî silav dikin. Di encama keda wan a li dijî faşîzmê li eniya azadî û demokrasiyê cihgirtin kir ku bend bê derbaskirin û hesab û komployên AKP’ê û Erdogan ên ‘Em ê wan li bin bendê bihêlin’ vala derxistiye.

Erdogan di şeva hilbijartinê de derket û bi hêzên xwe yên çekdar teror kir, bi jantaj, kuştin êrîşan û lîstikên mezin û dizîna dengan bi ser ket. Erdogan di rêjeyek zêde de deng winda kir. Serokkomariya Erdogan, dîsa AKP-MHP di hilbijartinê de winda kir. Ev dizîna dengan li gelemperiya Tirkiyeyê kir. Komploya herî mezin a li dijî gelên Tirkiyeyê ya AKP’ê hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an e. Bi karaîna medyayê, şerê taybet û bikaraîna rayedarên dewletê darbeya hilbijartinê kir. Bi vê yekê hilbijartineke ti meşrûtyeta wê nîne. Yek ji stratejiya vê hilbijartinê ew bû ku HDP’ê li bin benda hilbijartinê bihêlin, lê ew jî bi ser neket.

Ji bo vê hilbijartinê bi awayekî rast fam bikin, weke jin û gel hê zêdetir ked bibin têkoşîna demokrasiyê, di têkoşîna me ya azadiyê de wê encamên cidî bi xwe re bîne. Bi vê helwesta rêxistinkirî wê li gel hêza demokrasiyê ya Tirkiyeyê wê mimkûn be ku bi hev re ser bikevin. Ev serkeftina ku hesreta gelan, jinan û ciwanan, wê ji bo avakirina netewa demokratîk û civaka pir rengî bûna seferber erkekî demokrasî yê bingehîne. Em wekîlên jinên ên HDP’ê di hilbijartinê de serketine pîroz dikin. Di parlmentoyê ya ku yek ji eniya girîng a têkoşîna azadiyê ye divê bi awayekî aktîf rol bilîzin.

Em bang li hemû jinên parlamenter ên partiyên siyasî dikin; li dijî xeta netewperest û faşîzm ya îdeolojiya zilam têbikoşin û weke jin çalakiyên azadiyê bikin yek, ji bo siyaseta civakî ya demokratîk, ji bo nasnameya jin û ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk banga têkoşîna hevpar li hemû jiyan dikin.

Faşîzm tenê bi biryardarî û rêxistinbûyîna jiyan ya ji bo îdîaya jiyaneke demokrat û azad dikare binbikeve. Hilbijartina zordar û derbeyê yên 24’ê Hezîranê ku ne bi edalet û rewa bû; tevî hemû zext, girtin, êrîşan jî HDP benda hilbijartinê derbas kir û îdîaya xwe ya ji bo azadiyê carek din parast. Ev helwesta têkoşînê di avakirina netewa demokratîk de xwedî daxwazeke mezin e. Bihêzkirina hêviya vê demokrasî, azadî û pêşxsitina vê erk û berpisyartiya hemû kesê ye.

Di dema desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan de komkujiyên jinan, dest avêtina zarokan, êrîşên zayendî, şidet û bêcezakirin zêde bûn û li dijî pêkanîn û politîkayên avakirina jina kole me dengê xwe birêxsitinkir û carek din di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de weke jin û gelan me dengê xwe kir yek; ‘Îdeolojiya yek netew ji bo hemû jinan komkujiyeke ya jinan e’. Bi sedan sazî û rêxistinên jiyan hatin girtin, xwestin têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û sîstema azadiyê ya ku avakirî tûne bikin. Bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê re xeyala Erdogan a sîstema serotakiyê bi derbeyê pêk hat û kedeke mezin ya gelan dizî û bi vê yekê pêk anî. Gelê me vêya baş dizane ku Erdogan di demokrasî, azadiyê de winda kiriye. Dengê girtî û rêjeya dengê di raya giştî de hatî nîşandan li beramberî dîrokê weke dizê herî mezin yê desthilatdar û kedê derbasî dîrokê bû.

Bi planên tunekirinê û bi dagirkeran re sed hezaran jinên Kurd neçarî koçberiyê kirin, bi hezaran jin qetil kirin û bi hezaran jî girtin. Lê belê jin û gel di vê pêvajoya hilbijartinan de xwedî berxwedaneke bê hempa bûn. Encamên hilbijartinên 24’ê Hezîranê, serketina HDP’ê nîşan dayî li pêşiya faşîzmê bû astengiya herî mezin.

HDP xwedî tecrûbeyeke mezin siyaseta demokratîk e. Ev têkoşîna bi îrade ya gelê me û jianan dayî nîşandan divê bibe bingehê têkoşîna azadiya Rêber Apo. Zêdebûna êrîşên faşîst li Kurdistan û li çar parçeyên din dixwazin dagir bikin û bi vê re plana qirkirinê temam bikin. Pêwîste li dijî vê têkoşîna jin û gelan hê bêhtir ji bo demê xwe birêxistin bike. Divê em bikarin bi jin û civakeke rêxistinkirî planên qirkirinê vale derxînin. Temînata serketinê civake birêxistinkirî û bi jina rêxistinkirÎ re wê pêk were. Ya binbikeve wê hişmendiya faşîzmê be.”