KJK: Em li ser rêya dayikên berxwedêr in

KJK: Em tên destên pîroz ên hemû dayikan ên bi berxwedanê jiyanê diparêzin û dibêjin; em ê li ser rêya wan heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê geş bikin."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya Roja Dayikan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, çanda dayiktiyê weke çanda ked û hilberînê hate binavkirin û hate gotin, "Çanda bi pêşengiya dayikê afiriye, rûyê ronî yê mirovahiyê ye, afirandina hişmendiya destpêkê ye, pêşketina kolektîf a fikir û îradeyê ye û hêza xwe ya veguherîner heta vê serdemê parastiye. Jin-dayik weke hêzeke kolektîf ji bo birêxistinkirina jiyanê û diyarkirina rengê civakî, hebûna hevpariya nirxên baş, bedew û rast e ku bi kêrî her kesî tê. Vê çandê li dijî her şêwe êrîşan hebûna xwe heta niha parastiye. Kombûna van nirxên demokratîk li dora dayikê, pêwendiya xwe bi mîsyona pêşengiyê ya dayik-jinê heye.

Çanda dayiktiyê ku nirxên demokratîk ji bo civaka wekhev, azad û kolektîf diparêze, di nava sîstemên serdest û dewletperest de bûye hedefa êrîşan. Dîroka şaristaniyê û karakterê desthilatdariyê yê civaka çînî, ji ber ku têkbirina civakîbûnê ava bûye, bi giranî êrîş biriye ser çanda dayiktiyê ku pêşeng û hêza parastinê ya nirxên civakî ye. Li dijî vê yekê, hestê parastina van nirxan bi jin-dayikê re veguheriye karakterekî bingehîn. Ji ber ku dayik-jinê ku çavdêr, parêzvan, hilberîner û hişê kolektîf ê civakê ye, li dijî her şêwe êrîşan hebûna xwe heta niha parastiye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Tirkiyeya bi serkêşiya AKP-Erdogan, dayiktî û çanda dayiktiyê weke saziyeke ku xizmetê ji dewletê re dike, ji bo vê jî zarokan tîne dinyayê û 'destê pîroz ê dewletê' di ser civakê re dihêle, tê dîtin.

KJK'ê diyar kir, di nava rejîma Erdogan ê faşîst de dayik-jin li gorî berjewendiyan hatine parçekirin, ji hev hatine cudakirin, îradeya wan hatiye têkbirin û destnîşan kir, "Erdogan ku şefê şerê taybet e, rûyê xwe yê rast di vê mijarê de jî vedişêre û nêzîkatiyeke pragmatîk nîşan dide. Erdogan bi durûtî tevdigere ku ji aliyekî ve dibêje; bihuşt li bin lingê dayikan e, ez dikarim bin lingê dayika xwe maçî bikin, lê li aliyê din dibêje; jin jî be zarok jî be ya pêwîst çi be wê li dijî wan bê kirin."

Di daxuyaniyê de ji bo eşkerekirina vê rastiyê jî çend mînak hatin dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku cenazeyê dayika Taybet bi hefteyan li naverastê hate hiştin, dayikên ku bi salan e li zarokên xwe yên windakirî digerin hatin kaşkirin, di şexsê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî de ku bi 13 fîşekan hate kuştin çavê dayikan ditirsîne, cezayan lê dibire, dayikên 90 salî ji ber ku daxwaza edalet û rastiyê dikin hatin girtin.

EM ŞOPDARÊN MEŞA DAYIKÊN ŞEMIYÊ NE

KJK'ê bal kişand ser çalakiyên Dayikên Şemiyê ku bi rengekî bê navber didome û veguheriye sembola roja dayikan. KJK'ê destnîşan kir, çalakiyên Dayikên Şemiyê mîna eynikekê rastiya faşîzmê û hovîtiya wê nîşan dide û li gel rûyê qirêj ê dewletê û zext û zordariyan jî her didomin.

Di daxuyaniyê de dayikên ku tevlî pêvajoya têkoşînê dibin bi rêzdarî hatin silavkirin û hate gotin, "Em dixwazin bêjin; em şopdarên meşa rûyê ronî yê dayikan e."

DAYIKÊN XAVIK SPÎ TIRS BERDAYE DILÊ FAŞÎZMÊ

KJK'ê dayikên ku ji bo parastina jiyana zarokên xwe û xwedîderketina li grevên birçîbûnê li dijî rejîma AKP-Erdogan li ber xwe didin, weke 'entellektûelên bi xavikên spî' bi nav kir û ragihand, "Dayik wijdan, exlaq, bîr û parêzvan-afirînerê nirxên demokratîk in. Çalakiyên dayikên me, dengê ku derdixin û rêya ronî ya ku nîşan didin, tirs berdaye dilê faşîzmê. Ji ber ku faşîzm mîna şevşevokekê ye, ji deng û ronahiyê ditirse. Dayik ew pêşeng in ku vê faşîzmê eşkere dikin, lewma bi erdê re tên kaşkirin, êşkence li wan tê kirin û hewl tê dayin ku rûmet û îradeya wan bê şikandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dayik ne tenê ji bo zarokên xwe li ber xwe didin. Ew hiş û bîra azad û wekhev a civakê ne, lewma ji bo vê serdemê û siberojê, ji bo kêliyên azad li ber xwe didin û bûne hêvî û meşale."

DAYIK DIVÊ TI CARÎ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN

KJK'ê destnîşan kir, fedakarî û keda dayikan wê ti carî belasebep nebin û diyar kir, "Sekna wan ku li ser rêya şaredariya demokratîk nirx li nirxan zêde kir, ew kirine pêşeng. Berxwedana bi rûmet û serbilind a dayikan bi tenê nîne. Îrade, hêvî û baweriya bi milyonan mirovî li pey wan e. Dayik pêşengên civakê ne û bi rola xwe tevdigerin. Hişê civakî zindî ye. Ev bîra civakî mîna dareke çinarê reh berdaye nava civakê û bang li her kesî dike ku li dora vê darê bicivin û rabin ser piyan. Keç û xortên dayikên me yên hêzeke mezin ji vê berxwedanê werdigirin, divê ti carî wan bi tenê nehêlin û berxwedana civakî geş bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bersiva herî mezin a ku em dikarin bidin roja dayikan; hûnandina jiyana azad, mezinkirina berxwedanê û xurtkirina hêza rêxistinbûnê ye. Divê em çanda dayiktiyê weke nirxekî civakî pîroz bibînin û nirxên li dora jin-dayikê afirîne li ser bingeha wekhevî û azadiyê ji nû ve ava bikin û biparêzin. Li ser vê bingehê em tên destên pîroz ên hemû dayikan ên bi berxwedanê jiyanê diparêzin û dibêjin; em ê li ser rêya wan heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê geş bikin."