KJK: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin

KJK: Di salvegera 7'an a Komkujiya Parîsê de em hevalên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêz bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan, em ê xewn û xeyalên wan, hesreta wan a nîvcomayî; Kurdistana azad, jin û civaka azad pêk bînin.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 9'ê Çileya 2013'an de ji pêşengên tevgera me Sakîne Cansiz (Sara), milîtanên jin Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê hatin qetilkirin. Ev komkujî li navenda modernîteya kapîtalîst bi komployeke navneteweyî hate amadekirin û bicihanîn. Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hate plankirin û pêkanîn. Di çarçoveya konsepta şerê taybet a AKP'ê de hate nirxandin û weke parçeyek ji plana zexel a tasfiyekirina hêzên azadiyê yên Kurd hate bicihanîn."

ERDOGAN FERMAN DA, MÎT'Ê PÊK ANÎ

KJK'ê diyar kir, ku ev komkujî bi fermana şefê AKP'ê Erdogan û bi destê MÎT'ê hate kir û têkiliya xwe yekser bi operasyona jê re 'pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd' digotin re heye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujî bû dewama konsepta lawazkirin, teslîmgirtin û têkbirina hêzên azadiyê û gelê Kurd di bin navê pêvajoya çareseriyê de. Bi êrişa dijî hevala Sakîne re ku bîra tevgera me û yek ji pêşeng û rêxistinkarên destpêkê ye, êriş li dijî bingeha tevgera azadiyê, li dijî xeta azadiyê, ruh û îradeya serxwebûnê hatiye kirin."

KJK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan:

XWESTIN KU ÊRIŞA TINEKIRINÊ BI RÊYA KOMKUJIYA PARÎSÊ BI SER BIXÎNIN

"Rêberê me ji bo Komkujiya Parîsê got, komkujiya duyemîn a Dersimê ye. Vê tevgerê ji bo dawî li êşên gelê Kurd bîne, ji bo hesab ji kujeran bipirse û pêşî li komkujiyan bigire bi rengekî mezin li ber xwe da û deriyên azadiyê vekir. Komkujiya Dersimê ew komkujî bû ku ji heft heta heftê salî her kes bi şûr hatin kuştin, çiya, kevir, şikeft hatin hilweşandin, zindî hemû hatin kuştin û çemê Mûnzûrê ji xwînê bi rengê sor herikî. Destanek bû ku jinan bi rûmeta xwe, bi rûmeta jinê li ber vê yekê rabûn û ji bo rûmeta jinê neyê qirêjkirin xwe ji zinaran avêtin. Veguherîbû goristana keçên winda, ruhê winda. Êş û hêrsa vê komkujiyê ji aliyê gelek Dersimiyên ji kevneşopiya Dersimê tên weke hinceteke tolhildanê di nava tevgera me ya azadiyê de şîn bû. Ev ruhê tolhildanê bi hevala Sakîne Cansiz re veguherî çandeke serîhildan û berxwedanê. Hevala Sakîne ku nûnereke vê çandê bû, zanîbû ku bi azadkirina Kurdistanê wê Dersim rizgar û azad bibe. Ev yek hîs kir û pêk anî. Ji ber vê yekê hevalên me yên di komkujiya Parîsê de bûn hedef tesadûfî nehatin hilbijartin. Dijmin bi vê yekê ew peyam da ku wê nehêle Dersim bibe Kurdistan, wê nehêle Kurdistan bibe Dersim. Ji ber ku bi tevgera azadiyê re Dersim bû Botan, Botan bû Dersim. Dewleta mêtinger û dagirker a ku li Kurdistanê serweriya xwe ji dest da, bi vê tirs û êrişkariyê di şexsê hevala Sakîne Cansiz de ku yek ji keçên serhildêr ên Dersimê bû û li zindanê li ber xwe da û bû efsaneyek, tişta ku nekarî di dema 12'ê Îlonê de bike xwest bi Komkujiya Parîsê re bike. Ji ber vê yekê di çarçoveya plana têkbirinê de destpêkê êriş bir ser hêza bîr, bingehîn, rêxistinbûn û fikrê. Ji ber vê yekê êriş li hevala Sakîne hate kirin.

DIVÊ DEWLETA TIRK BÊ DARIZANDIN

Kujer tên naskirin û tên zanîn. Komkujiyeke ku MÎT'ê bi piştgiriya hin servîsên veşartî kiriye. Bi belgeyan eşkere bû ku kîjan yekîneyê ev komkujî kir û li nava raya giştî belav bû. Detayên vê komkujiyê hemû tên zanîn. Ev detay li gel polîsên Fransayê ne. Eger dewleta Fransayê xwedî li soza xwe ya di destpêka komkujiyê de da derketibûya, diviyabû bi ewqas belge û agahiyan dewleta Tirk mehkeme kiribûya. Lê belê ji ber nêzîkatiya pragmatîst a dewleta Fransayê, doz li demê belav bû, li ser yek kiryarê hate meşandin û veguherî mijûlkirin û taktîkeke kuştina bi şêweyê kuştina kiryar. Veguherî lîstikekê ku gef li dadgerên Fransayê hate xwarin û rastî hate tarîkirin. Jİ ber vê yekê Kurdan û dostên wan di dadgeha trîbunal de ya li Parîsê TC û hêzên hevkarî bi TC'ê re kirin hemû di wijdanê gelan û jinan de darizandin û rastî eşkere kirin. Nêzîkatiya dewleta Fransayê wê ji aliyê gelê Kurd, jin û dostên Kurdan ve neyê jibîrkirin ku hewl da komkujiyê weke bûyerekê nîşan bide, bûyerê bixe stuyê kiryarekî, bi jiholêrakirina kiryar re dozê betal bike. Ev bûyerek nîne, ev komkujî û êrişeke ku li dijî pêşengên gelekî hatine kirin. Lewma divê dewleta Tirk bê darizandin. Ji ber vê yekê wê bihurîna demê ya di ser dozê re neyê qebûlkirin û wê her tim bê bibîranîn ku dem di sala 2013'an de rawestiya ye û her tim li pey heqîqetê bin.

EM Ê XEYALÊN WAN ÊN KURDISTANA AZAD, JIN A AZAD Û CIVAKA AZAD PÊK BÎNIN

Di salvegera 7'an a Komkujiya Parîsê de em hevalên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêz bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan, em ê xewn û xeyalên wan, hesreta wan a nîvcomayî; Kurdistana azad, jin û civaka azad pêk bînin. Lewma ji bo bi Sara, Rojbîn û Ronahî siberojên azad bên afirandin, em ê milîtanî, berxwedêrî, pêşengî û şoreşgeriya wan di kesatiya xwe de bi cih bikin û pêk bînin. Ji ber vê yekê em dibêjin, her mirovekî Kurd dikare wan di kesayetiya xwe de bidomînin, bijîn.

SARA-SAKÎNE CANSIZ

Hevala Sara-Sakîne Cansiz ji Dersimê dest bi rêwîtiya azadiyê kir û li gelek qadên têkoşînê di gelek karên cuda de cih girt. Torên têkoşînê û alternatîfa jiyana azad bi sebreke mezin danî. Bi tevgera kedê re li Îzmîrê tevlî têkoşîna karkeran bû, komÎteyên jinê li Kurdistan û Tirkiyeyê ava kir û hucreyên bingehîn ên tevgera jinê danî, li zindanan bû nimûneya wêrekiyê ku tif li rûyê celadan kir. Ji têkoşîna parastina azadiyê û hebûna xwe re bû pêşeng, milîtan û hêza rêxistinî. Bi hêvî û kelecana ku di çavên wê de şewq dida, bi dînamîzmeke xurt û eşqa xwe ya şoreşê, bi coşa xwe ya her roj, bi kesayetiya xwe ya xwedî armanc, bi baweriya xwe ya heta daiwyê bi felsefe, îdeolojî û xeta çalakiyê ya Rêber Apo, bi şoreşgeriya xwe ya dilhizm a pêkanîna vê xetê, bi kesayeitya xwe ya ji jiyana azad û azadiya jinê şoreşgereke bêhempa, rêbereke jinê bû.

ROJBÎN-FÎDAN DOGAN

Rojbîn-Fîdan Dogan; Kurdbûna xwe, baweriya xwe û nasnameya xwe ya jinê li Ewropa nas dike. Dikeve pey kokên xwe, bi rêgeza,''Te li kû winda bike tişta ku lê digerî li wir lê bigere'' dest bi rêwîtiya derwêşanî dike. Di rûyê de zengîniya nava wê, kelecaniya wê xuya dikir. Di nav hevalên xwe de bi her karî ve û bi her kesî ve dibezî. Ji bo ku gelê wê û hevalên wê xerîbiniyê nejîn, biçûk-mezin bi her karî ve dibezî. Di dîplomasiya gel û jinê de dostaniya di nav jinan û gelan de, piştevanî û parvekirin çêdikir. Dîplomasî diqulibande ser baxçeyê konfederalîzma demokratîk ku gel û jin lê digihand hev. Li vî baxçeyî, ava jiyanê dida gulên çilmisî, serê wan di ber wan de, bi vê enerjî û jidiliya xwe di nav gelan û jinan de pirek dayanî.

RONAHÎ- LEYLA ŞAYLAMEZ

Ronahî-Leyla Şaylamez; Koçî Mêrsînê dikin lê dîsa jî bi nasame û çanda Kurdan mezin dibe, zimanê xwe û çanda xwe di kesayatiya xwe ya ciwan de xwedî dike. Bi welatparêziyeke pak, li Ewropayê tevlî nav êşên gelê xwe dibe, bi rêxistiniya ku êşê vediguherînin hêzê, ciwanan ber bi têkoşînê ve dikişîne. Pêşengiyê ji hemû çalakî û bernameyên ciwanan re dike. Bi coşî û kelecaniya xwe li ser rêya Stêrka Sor Elî diçe. Kedkara meşên dirêj ên ciwanan, bi enerjiya xwe ciwanan tevlê dike, dikişîne ser çalakiyê û tevdigerîne. Dilekî wiha yê rikdar û biryardar e ku li nasnameya jina azad dikole, hewl dide ku hîn bibe û bi xwe re temsîla wê bike. Bi wêrekî û baweriya xwe banga wê ya li ciwanan qewîtiya wê ya dawî ye. Li dijî jiyanên ku hatine gemarîkirin, çewisandin, dabeşkirin û kolekirin bibin xwedî hêrseke mezin û li dij rawestin, zor jî be ya azadiyê bijîn, qenciyê, rastiyê û xweşikiyê bijîn. Dahatu li ser milê nifşê ciwanan e lê yên ku pêşî mêjî û dilê xwe qeyim nekiribin, milê wan nikare ti barî hilgire. Ji ber ve jî gotiye, bila berê we li biryargehên azadiyê be.

BI QASÎ ROJÊ RONKAHÎ, BI QASÎ ROJÊ SOTÎNER

Jiyan, helwest û utopyaya her sê hevalên me mîna rojê ronkahî û sotîner e. Di serî de em hevrêyên wan, hemû gelê me û jin di rêya azadiyê de divê van taybetmendiyên xweşik bijîn û bidin jiyîn. Em hemû bibin Sara, Rojhîn û Ronahî, bibêjin, Sara, Rojbîn, Ronhî, Jin Jiyan Azadî û bi vî giyanî ronkahiya xwe berbelav bikin. Bi vî giyanî em şehîdên xwe bi bîr tînin û hevrê Sêvê, Pakîze, Fatma ku 6'ê Çile ya 2016'an li Silopya, dema pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê hatine qetilkirin careke dî bi hurmet bi bîr tînin. Keda hemû şehîdên xwerêberiyê ku bêrîkirina wan bû û ji bo vê şer dikirin, îro hem ji bo Kurdan û hem ji bo jinan mîna şîara hêza gewherî, xwerêberî, vîna gewserî, xwezanîn û xwerêxistiniyê di pergala Konfederalîzma demokratîk de tê bicihanîn.