KJK: Em 8'ê Adarê bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin

Koordînasyona KJK'ê: Aştî, aramî, biratiya gelan, demokrasî û azadiya civakî ya li Tirkiyeyê bi bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo û qedandina dijminatiya li Kurdan dibe.

Koordînasyona KJK'ê li ser 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi şer, xwîn, tundî û tevdana zîhniyeta serdest a mêr li ser piyan dimîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin 8'ê Adara 2019'an bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Danheviya dîrokî ya têkoşîna xwe ya bi salan dikin yek û berxwedana xwe mezin dikin. Jinên Kurd, wê têkoşîna xwe ya ji bo paşeroja azad a jinan û gelan bi dayina berdêlên giran dimeşînin, di 8'ê Adarê de bigihînin asta herî bilind."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi dehan jin bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyane û bi dirûşma 'Em ê tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin' banga berxwedanê dikin.

Koordînasyona KJK'ê Guven, berxwedêrên greva birçîbûnê hemû silav kir û 8'ê Adarê roja berxwedanê li wan pîroz kir. Di daxuyaniyê de, şehîdên azadiyê yên ku di têkoşîna azadiya jinê de canê xwe feda kirin, bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku wê bi afirandina jiyana azad xwedî li bîranînên wan derkevin.

'EM Ê BI BERXWEDANA JINÊ AZAD BIBIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, jin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê li hev dicivin, têkoşîna xwe ya li dijî baviksalarî, zayendîperestî, faşîzm, dagirkerî û mêtingeriyê dikin yek û hate gotin, "Li dijî kaosa sîstema kapîtalîst, jin bi avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê pêşengiyê ji berxwedana gelan re dikin. Zîhniyeta mêr-dewlet, bi polîtîka, qanûn, destdirêjî, destavêtin, tundiya bi her rêbazê û qirkirina jinê dixwaze têkoşîna azadiyê ya jinê qels bike. Jin li her cihî li dijî vê li ber xwe didin. Asta têkoşîna hevpar, rêxistinbûyî û zanebûn a jinên ji her demê bilindtir bûye. Bi vê asta xwe ya têkoşîn û rêxistinbûnê, em ê bikin ku sedsala 21'ê bibe sedsala jinê û bi berxwedana jinê em ê azad bibin."

KJK'ê diyar kir, bi îdeolojiya azadiya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyarî kir, jinên Kurd sîstema konfederal a jinê li Rojhilat, Rojava, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat bi rêxistin dikin û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gel re dikin.

Hate bibîrxistin, jinên Kurd ji Rojava heta Şengalê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê bi lehengî şer kirin, pêşengî ji têkbirina DAÎŞ'ê re kirin û bi xwîna bi hezaran şehîdan şoreşa civakî ya demokratîk ava kirin.

Koordînasyonê da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê jî bi berxwedanê bersiv ji êrîşên li dijî jinan re hate dayin û bi ruhê yekîtiya neteweyî helwest li dijî dagirkeriyê hate nîşandan.

Ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî hate gotin, "Li dijî sîstema serwer a mêr û êrîşên zayendîperestiya civakî jinan hewl dan xwe rêxistinbûn û azadiya xwe têbikoşin û helwesta berxwedanê ya hevrê Şîrîn Elamhûlî mezin bikin.

Li Mexmûr û derveyî welat, jinên Kurd hewl dan bi çanda xwe ya neteweyî, ziman û dîroka xwe, berxwedana hebûnê bi têkoşîneke rêxistinbûyî û bênavber mezin bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li Bakurê Kurdistanê jinên Kurd bi zanebûn û ruhê berxwedanê yê dîrokî pêşengî ji têkoşîna azadiyê re kirin. Bûn parêzvanên herî bi biryar ên ji bo hebûna jin û gelê Kurd. Di avakirina neteweya demokratîk a azadîparêz de jinan bi rengekî bê eman li ber xwe dan."

DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê YA FAŞÎST DIXWAZE BI POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA JINÊ ENCAMÊ WERBIGIRE

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bi polîtîkayên qirkirinê yên li dijî jin û gelê Kurd dixwaze encamê bi dest bixe û bi vê armancê êrîşên xwe yên dagirkirin û talankirinê yên li her parçeyên Kurdistanê hewl dide rewa bike.

KJK'ê da xuyakirin, di bingeha êrîşên qirkirinê de jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û diyar kir, Rêberê Gelê Kurd di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de 21 sal in bi rengekî bêhempa li ber xwe dide.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Di dema desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê de komkujiya jinan, destavêtin, destdirêjî zêde bûn û kiryarên van jî bi qanûnên dewletê hatin parastin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi şer, xwîn, tundî û tevdana zîhniyeta serdest a mêr li ser piyan dimîne. Li dijî vê rejîma faşîst, bi pêşengiya jin û gelê Kurd, hêzên çep, sosyalîst, femînîst, ekolojîst û demokratîk ên li Tirkiyeyê li ber xwe didin. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe û li dijî qirkirina Kurdan têkoşîneke hevpar a hemû hêzan neyê kirin, têkoşîna parçebûyî ya jinan û beşên civakî wê têra hilweşandina faşîzmê neke.

Ji ber ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên şer, bi neteweperestî û tecrîda mutleq xwe li ser piyan digire. Aştî, aramî, biratiya gelan, demokrasî û azadiya civakî ya li Tirkiyeyê bi bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo û qedandina dijminatiya li Kurdan dibe. Bi qasî tecrîdkirina Rêber Apo, aştiya civakî û paşeroja azad a gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî tecrîdkirî ye. Berpirsyariya alîgirên azadî, demokrasî û mafên mirovan e ku cihê xwe di berxwedana bi pêşengiya jinan de bigirin.

Em bang li dijberên faşîzmê hemûyan dikin ku berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven li dijî faşîzmê tê kirin mezin bikin ku bi sedan pêşengên gel di vê berxwedanê de bedena wan dihele."

HETA KU RÊBER APO TECRÎDKIRÎ BE JIN WÊ TECRÎDKIRÎ BIN

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, jinên Kurd heta niha jiyan û azadiya xwe û jiyan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke hev dîtin û wiha dewam kir: "Me her tim gotin ku em jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin. Di şexsê Rêber Apo de jinên Kurd bi rengekî mutleq hatine tecrîdkirin. Gelê Kurd, her kesên baweriya xwe bi demokrasî û azadiyê tînin tecrîdkirî ne. Bi pêşengiya Leyla Guven li zindanên Tirkiyeyê, li Ewropa, Kanada, Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê bi sedan hevrêyên me ji bo bidawîbûna tecrîda mutleq, hilweşandina faşîzmê û pêkhatina azadiya Rêber Apo di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Bi hezaran girtiyên li zindanên Tirkiyeyê eşkere kirin ku ji 1'ê Adara 2019'an û pê ve wê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin. Bi dehan berxwedêr ji zûdeyî sînorê metirsiya li ser jiyanê derbas kirine. Di her kêliyê de dibe ku rîska jiyanî û seqetmanê li wan rû bide. Berxwedana wan li ser bingeha temamkirina berxwedana bi heybet a Rêber Apo bi biryardarî didome.

Em jinên Kurd, berpirsyariya me ye ku vê berxwedana bêhempa mezin bikin û ji bo bi ser bikeve, di 8'ê Adara îsal de çalakiyên berxwedanê li dar bixin. Li Kurdistanê divê li ser bingeha yekîtiya neteweyî li dijî tecrîdê û faşîzmê bi ruhê berxwedana 8'ê Adarê dakevin qadan û berxwedanê bi pêşengiya jinê bigihînin asta herî bilind. Pêwîste her jineke Kurd bi biryardarî û ruhê berxwedanê berê xwe bidin qadên çalakiyê û daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ziman. Bi biryardarî û ruhê azadiyê yê Sema Yuce, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan em ji 8'ê Adarê heta Newrozê berxwedana li dijî faşîzmê mezin bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku bi berxwedaneke hevpar 8'ê Adarê ya îsal ji bo azadî, demokrasî û aştiyê li dijî baviksalarî, zayendîperestî, dagirkerî, mêtingerî û faşîzmê bikin hêza xurt a têkoşîna jinê ya global.

Ji bo di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de namzetên HDP'ê bi ser bikevin û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bê têkbirin, em bang li jinan hemûyan dikin ku bi rengekî seferberiyê xwedî li îradeya xwe derkevin. Em bang li hevrêyên xwe yên jin dikin ku 8'ê Adarê bi xurtî tevlî grevên destberdana ji kar a li gelemperiya cîhanê bibin û bi berxwedana jinê, jiyanê bixemilînin.

Berxwedana jinê, sekna wê ya azadiyê û têkoşîna wê ya gerdûnî, wê cîhaneke azad, demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê biafirîne û sîstema baviksalarî hilweşîne. Jinên Kurd ên ku DAÎŞ têk birin, wê faşîzma AKP-MHP'ê jî têk bibin û biharê ji jinan û gelan re bînin. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re bi rengekî azad bijîn."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hemûyan hate kirin ku 8'ê Adarê ya îsal bi dirûşma 'berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike' li qadan pêşwazî bikin.