KJK’ê kongreya damezrandina TJKE’ê silav kir
KJK’ê kongreya damezrandina TJKE’ê silav kir
KJK’ê kongreya damezrandina TJKE’ê silav kir
Koordînasyoan KJK’ê, kongreya damezirandina TJKE’ê silav kir.
Koordînasyoan KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û Kongreya Damezrandina Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJKE) ku bi şîara ‘Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk’ pêk hat silav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku TJKE ya ku nasnameya rêxistinê ya jinên Ewropayê ye, wê jin xwe li ser esasê rêxistinbûnên konfederal, komunal û parastina xweser de hebûna xwe biparêzin, azadiya xwe pêk bînin.
Koordînasyona KJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Kongreya Damezirandina TJKE’ê ya li ser esasê şîara ‘Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk’ re silav dikin. TJKE ku nasnameya rêxistina jinan a Ewropayê ye, wê jin li ser bingeha rêxistinbûnên konfederal, komunal û parastina xweser de hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe pêk bînin. Wê pratîkek li gorî berxwedana li Kobanê bilind dibe nîşan bide û bibe pêşengê pêşveçûna şoreşa jinê ya li cîhanê. Di vê çarçoveyê de em di serî de bang li TJKE’ê û hemû jinên Ewropayê dikin ku xwedî li pêvajoyê derkevin û têkoşîna xwe bikin hevpar û bilind bikin.”