KJK’ê Gulnaz Karataş bi bîr anî
KJK’ê Gulnaz Karataş bi bîr anî
KJK’ê Gulnaz Karataş bi bîr anî
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 23 salan jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera 23'emîn de, ji aliyê Koordînasyona KJK'ê ve hate bîranîn. KJK'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: ''Di meha Cotmehê de Bêrîtanan, Xurbetan, Meryeman, Ronahiya Elman, Hêlîna Çerkez, Rotîndayan, Sanem Bêrîtanan, Rûkenan, Rojînan, Jiyan Ahreziyan, Arîn Mîrxanan bê dudilî, govenda azadiyê gerandin û gihiştin şehadetê. Ev şehîdên me yên jin, her tim bi dilsoziya rûmeta azadî û nirxên mezin jiyan û dan jiyandin. Ew tiyê azadiyê bûn. Ji ber ku tiyên azadiyê bûn li çiyayan, deştan, û herî dawî li çolên germ û kolanan, li ber dîwaran her derê kirin qada şer.''
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyeke nivîskî Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û got: ''Em bi wezîleya 23'emîn salvegera şehadeta hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş), hemû şehîdên meha Cotmehê yên ku di dîroka azadiya jinan de rola pêşengiyê lîstine û bi şêwaza xwe ya jiyanê û rastiya şehadetê rêya me ronî kirine, bi bîr tînin. Em berxwedana gel, jin û hemû dostên me ya li tevayî Kurdistanê û bi şêwaza Bêrîtanan tê meşandin silav dikin.''
KJK'ê operasyona dersînor a sala 1992'ê li dijî gerîlayan pêk hat, bi bîr xist û got: ''Li hemberî hêzên tuneker heval Bêrîtan, israra wê ya ji bo azadiyê û dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re, xwe di kendalê de avêt. Li dijî teslîmyet û hevkaran rêya berxwedanê hilbijart û bû yek ji rêwiyên dirûşma 'Berxwedan Jiyan e' ya Mazluman.''
Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser girîngiya meha Cotmehê ya ji bo şoreşa azadiya gelê Kurd û jinan û têkildarê şehîdên meha Cotmehê wiha got: ''Di meha Cotmehê de Bêrîtanan, Xurbetan, Meryeman, Ronahiya Elman, Hêlîna Çerkez, Rotîndayan, Sanem Bertanan, Rûkenan, Rojînan, Jiyan Ahreziyan, Arîn Mîrxanan bê dudilî, govenda azadiyê gerandin û gihiştin şehadetê. Ev şehîdên me yên jin, her tim bi dilsoziya rûmeta azadî û nirxên mezin jiyan û dan jiyandin. Ew tiyê azadiyê bûn. Ji ber ku tiyên azadiyê bûn li çiyayan, deştan, û herî dawî li çolên germ û kolanan, li ber dîwaran her derê kirin qada şer. Bi feraseta parastinê ya jinan a li Rojava û asta serkeftinê ya bi pêşengiya jinan, careke din asta jinan a azadkirinê civakê îspat kiriye. Jinên li Rojava li ber xwe didin temînata azadiya hemû jinên Kurdistan û cîhanê ne.''
KJK'ê diyar kir ku heval Bêrîtan li serê girên bê dawî meyzandiye û gotiye ''Xwezî rojekê bi sedan bi hezaran jin li ser van giran bikevin pey hev û bimeşin, ez jî vê meşa azadiyê bibînim ev xeyala min a herî mezin e.'' KJK'ê got: ''Gelek bi ser re derbas nebû, Rêber Apo ji bo bîranîna çalakiya Bêrîtanê biryara artêşbûna jinê da. Û xeyalên Bêrîtan bûn rastî. Îro YJA-Star, li Rojava YPJ, li Rojhilat HPJ, bi sedan jin li van çiyayan dimeşin.'' KJK'ê destnîşan kir ku jinên îro bûne artêş li çiyayan, deştan, çolan, bajaran û heta li Ewropayê bûn pêşengên lehiya azadiyê. KJK'ê artêşbûna jinan weke 'berhema Bêrîtanan' bi nav kir û destnîşan kir ku îro bi sedhezaran li ser rêya lêgerîna azadiyê dimeşin.''
KJK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk a li hemberî berxwedana Rojava û Kobanê û got: ''Niha dewleta Tirkiye li Bakûrê Kurdistanê behsa pêvajoya çareseriyê dike, li Rojava jî ji bû gurbûna şer her tiştê ji destê wê tê dike.'' KJK'ê bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojava û diyar kir ku li hemberî hemû polîtîkayên qirêj û sextekar, dibêjin 'Pê li cenazeyê me jî bikin, em ê teslîm nebin' û bal kişand ku li Rojava, Şengal, Kerkûk, Bakurê Kurdistanê, li Rojhilat û her derên Kurdistanê bi ruhê Hevala Bêrîtan li ser piyan in.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr anî û got: ''Li ser vî esasî em careke din dayikên Kurdistanî yên ku heval Bêrîtan û hevalên mîna Bêrîtanê mezin kirin bi rêzdarî û hezkirinê silav dikin. Em soz didin ku em ê bibin hêjayê dayik û jinên kedkar.''
KJK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: ''Em bi hewldan û keda bêhempa ya Rêbertiya me û hevalên me yên şehîd hîn bû ka em kî ne, ji ku hatine û hem çawa jiyaneke azad bijîn.'' KJK'ê banga xurtkirina têkoşînê kir û got: ''Li ser esasê rastiya jiyanê ya li gorî Rêbertiya me, em banga xurtkirina xweparastina jinan, xwerêxistinkirin û bihêzkirinê li hemû jinan dikin û hemû êrîşan vala derxin. Her wiha, em banga têkoşîna li dijî hişmendiya zilam û çanda tecawizê dikin, li ser xeta Bêrîtanê xwedî li şoreşa Kurdistan û jinan derkevin û têkoşînê xurt bikin.''