KJK’ê, Şîlana sosyalîst bi bîr anî

Kordînasyona KJK’ê, Muzeyen Palabiyik (Şîlana Sosyalist) ku di nava heftê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got “ew sazûmankareke baş a sosyalîzmê bû”

Muzeyen Palabiyik ku bi navê Şîlana Sosyalîst dihat nasîn, piştî ku bi nexweşiyê ket, li bajarê Lonen ê Elmanyayê rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî emeliyatê Palabiyik a ku rewşa wê giran bibû çavên xwe li jiyanê girtin û jiyana xwe ji dest da.

Kordînasyona KJK’ê peyameke nivîskî weşand û got “Rêhevala Şîlan Firat weke têkoşereke paradîgmaya Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê ya Jina kurd, di her qada jiyanê de li hemberî faşîzmê li ber xwe da û niha ji ber  windakirina wê em gelek xemgîn in.”

Di peyamê de wiha hat gotin:“Rêhevala Şîlan, ji bo têkbirina hişmendiya TC’ya faşîst a tunekirin, tunehesibandin û komkujer a li ser gelê kurd û li ser jinan pêk dianî, bû xwedî têkoşîneke bêhempa. Weke nefereke paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê sazûmankareke sosyalîzma demokratîk a ji bo tevahiya gel û jinan bû. Yek ji mînakên herî bedew a xwedî wê baweriyê bû, ji bo ku sazûmanî jîndar bibe divê kes ji nû ve di warê hest, raman de xwe biafirîne. Li hemberî pergala ezezêtiyê, felsefeya Rêber Apo ya komunal esas digirt  û lêgerîna xwe ya heqîqetê bilind dikir.

Em rêhevala Şîlan a tevlî karwanê şehîdan bûyî bi minet bibîr tînin, ji rêhevalên wê re, ji gelê kurd û malbata wê re sersaxiyê dixwazin”