KJK: Dem dema berxwedana topyekûn e

KJK: Dem dema berxwedana topyekûn e

KJK'ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, di serî de jinên Kurd bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku têkoşîneke çalak bimeşînin û piştevaniyê bikin. KJK'ê diyar kir ku dem dema berxwedana topyekûn e û got, "Dema berxwedan li her qada jiyanê belav bû, hingî mezin dibe. Li gel vê yekê em bi taybetî bang li jinên ciwan ên Kurd dikin ku li nav refên YPJ'ê tevlî berxwedana aktîf bibin."

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) da xuyakirin, ku berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê di roja 11. de tê meşandin, di asta dîrokî û destanî de ye. KJK'ê berxwedana gelê Kurd a bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ'ê bilind kiriye silav kir û got, "Em şehîdên xwe yên leheng ên di vê berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û soz didin ku bi bîranîna wan re dilsoz bin."

‘BERXWEDAN BERXWEDANEKE LOKAL NÎNE’

KJK'ê da zanîn ku pêla êrîşa DAIŞ'ê ya di 15'ê Îlonê de li hemberî Kobanê da destpêkirin bi armanc, çarçove û teknîka tê bikaranîn re êrîşên mîna beriya niha nînin û destnîşan kir ku divê berxwedana li hemberî vê tê nîşandan jî weke berxwedaneke lokal neyê dîtin.

KJK'ê ragihand ku ev têkoşîna berxwedanê, xwedî wê wesfê ye ku dikare bandorê li tevahiya siyaseta herêmê bike û biguherîne û ev xal destnîşan kir: "Lewma Kobanê di rewşa heyî de bûye bingeheke ku du xetên li Rojhilata Navîn, du projeyên pêşerojê, du modernîteyan -Modenîteya Kapîtalîst û Modenîteya Demokratîk- lê hatine pêşberî hev. Ji ber vê yekê Kobanê, rastiya hemû aktorên hewl didin bandorê li herêmê bikin, yek bi yek derdixîne holê.

‘POZÎSYONA RANTXURIYÊ YA AKP'Ê AŞKERA BÛYE’

Pozîsyona rantxuriyê ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya di nava hevkêşiyê de, bê şik û guman zelal bûye, diyar bûye ku tevahiya cîhan dikare bibîne. Hikûmeta AKP'ê ku pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê ya bi însiyatîfa Rêber Apo di sala 2012'an de destpê kir û bi deklarasyona Newrozê ya 2013'an de fermî bû bi taktîka mijûlkirinê re hewl dide veguherîne ransteke siyasî, rewşa şer û pevçûnan kûrtir dike. Bi taktîka 'Li Bakur bêçalakîtî, li Rojava û başûr jî şer' ji aliyekî ve hewl dide emrê xwe dirêj bike, li aliyê din jî dixwaze tevgera me ya azadiyê tine bike. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê di neçareseriyê, di tinekirinê de israr dike."

KJK'ê diyar kir ku Kobanê eynika rastiya hikûmeta AKP'ê ye û destnîşan kir ku ev eynik, li gel polîtîkaya neçareseriyê ya hikûmeta AKP'ê nîşan dide ku AKP şer mezintir kiriye.

KJK'ê got, "Li şûna gavên ji bo çareseriya siyasî biavêje de, şerekî di asta jorîn de daye destpêkirin. Mîna ku Rêbertiya me bal kişandiye ser, bi piştgirîdayîna ji her alî ve hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk bi rêya çeteyên DAIŞ'ê şerekî di asta jorîn de dimeşîne" û destnîşan kir ku ev şer ne tenê li Rojava li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi awayên cuda ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê meşandin.

KJK'ê da zanîn ku divê ev şer bi tenê weke operasyonên li hemberî gerîlayên HPG û YJA Starê û êrîên giran ên li dijî berxwedan û çalakiyên demokratîk ên gelê Kurd neyê nirxandin û got, "Îro li her qada jiyana me, şerekî di asta jorîn de tê jiyîn. Mîna xweranegirtina li perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafê bingehîn ê gelekî ye, komkujiyên jinan ên bi rêk û pêk zêde didin, yek ji nîşaneyên berçav ên vî şerî ye."

‘DIVÊ BERXWEDAN BI PROTESTOYÊN LI KOLANAN, LI MEYDANAN, LI QADAN BISÎNOR NEMÎNE’

KJK'ê destnîşan kir ku li pêşberî vê rewşê bi tenê tiştek dikare bê kirin û got, "Weke gel, divê em xwe û tevahiya jiyana xwe li gorî şer amade bikin. Li dijî êrîşa topyekûn divê em di nava berxwedaneke topyekûn de bin. Berxwedan jî divê bi protestoyên li kolanan, li meydanan, li qadan bisînor nemînin. Berxwedana di şert û mercên şerê di asta jorîn de tê wateya, avakirina jiyana azad. Berxwedan tê wateya li dijî her şêweyên êrîşên gengaz, avakirina sîstema xwe ye. Rêxistinkirina jiyana xwe li gorî hêza xwe ya cewherî, pêşxistina parastina xwe li her qadê ye. Li dijî êrîşan hebûna parastina xwe ye, bi awayekî aktîf parastina jiyana xwe -ji siyasetê heta aboriyê, ji çandê heta perwerde û dîplomasiyê- ye. Li hemberî şerê di asta jorîn de, pêngava avakirina jiyana azad di asta jorîn de ye."

‘DIVÊ JINÊN LI GELEMPERIYA CÎHANÊ PIŞTEVANIYEKE RADÎKAL Û AKTÎF NÎŞAN BIDIN’

KJK'ê li ser vê bingehê bang li jin û gelê Kurd kir ku jiyana xwe ji nû ve rêk û pêk bikin û ji bo perspektîfa jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her qada jiyanê bicih bê anîn, têkoşîneke aktîf bimeşînin.

KJK'ê got, "Dem dema berxwedana topyekûn e. Dema berxwedan li her qada jiyanê belav bû, hingî mezin dibe. Li gel vê yekê em bi taybetî bang li jinên ciwan ên Kurd dikin ku li nav refên YPJ'ê tevlî berxwedana aktîf bibin" bang li jinên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kir ku piştevaniya aktîf û radîkal nîşan bidin.