KJK: Bi saya berxwedanê derî hate vekirin

Koordînasyona KJK'ê li ser bidawîbûna berxwedana grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Berxwedana grevên birçîbûnê bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî re deriyekî nû vekiriye."

Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku berxwedana grevên birçîbûnê bi ser ketiye û zemînekî xurt afirandiye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, greva birçîbûnê û rojiya mirinê di dîroka mirovahiyê de çalakiyên herî zehmet e ku îrade û biryardarî jê re divê.

KJK'ê diyar kir, li dinyayê cara yekemîn e ku serhildaneke bi vî rengî ya bê îteatiya sivîl ku bi hezaran kes tevlî bûn bi ser ketiye.

KJK'ê di serî de Leyla Guven berxwedêr hemû bi hezkirin silav kir û canbexşên pêngavê Ûmût Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsûm Pamay bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

KJK'ê destnîşan kir, dijderketina li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dijderketina li sîstema mêtingeriyê ya dijminê mirovahiyê û jinan e û diyar kir, "Li ser vê bingehê, berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bi bidawîkirina tecrîdê re deriyek vekir. Di pêkhatina vê hevdîtinê de sekna berxwedêr a Rêberê me, helwesta bi îrade û bi biryar a hevalên di greva birçîbûnê de bûn, diyarker bû."

KJK'ê bal kişand ser berxwedana dayikên bi laçikên spî û diyar kir, bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinê û çalakiyên bi wêrek ên dayikên bi laçikên spî, faşîzma mêr a serdest gelekî tengav bûye.

KJK'ê destnîşan kir, bi van çalakiyan re yên bi pêşengiya jinan, têkoşîna azadiyê gihaştiye asteke girîng û wê karên ji niha û pê ve hîn bi xurtî bên meşandin.

'DIVÊ PÊVAJO RAST BÊ FÊHMKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de jin divê gelê me, em hemû pêvajoyê rast fêhm bikin. Pêvajoya em tê de ne pêvajoyeke danûstandinan û diyalogê nîne. Divê em pêvajoyê rast fêhm bikin, bi xurtî xwedî li pêvajoyê derkevin û tevlî wê bibin. Li Kurdistanê faşîzm bi rengê xwe yê qirêj û bêrehm didome. Ji ber vê yekê divê em ti carî bi xemsarî tevnegerin û mîna ku Rêberê me dibêje, divê em bibin hevrêyên têrker. Ji bo bicihanîna paradîgmaya azadiyê ya rêberê me, ji bo jinûve avakirina jiyana azad divê em ji her demê bêhtir bixebitin."

'ZEMÎNEKE XURT AFIRÎ'

Koordînasyona KJK'ê ragihand, bi têkoşîna wan re zemîneke xurt afiriye û diyar kir, "Bi vê pêngavê re jinên Rojhilata Navîn bi taybetî jinên Kurd bûne xwedî hişmendî û biryardariyeke girîng a azadiyê.

Bi hêz, moral û motîvasyona ji vê yekê werdigirin, em karê xwe bêhtir bi rêxistinî bikin û civakîbûna xwe xurt bikin."