KJK: Armanc Goşkar nûnera Xeta Jina Azad e

KJK’ê ji ber şehadeta Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endama Konseya Fermandariya HPG/YJA-STAR’ê Armanc Goşkar sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest. KJK’ê got; “Di her peywîrê de Xeta Jina Azad esas girtiye.”

Koordînasyona KJK’ê têkildarî şehadeta Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endama Konseya Fermandariya HPG/YJA-STAR’ê Armanc Goşkar daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

“Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endama Konseya Fermandariya HPG/YJA-STAR’ê Armanc Goşkar 3’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû. Hevrê Armanc bi salan li gelek herêman û bi peywîrên cûda di asta berspirsyartiyê de nûnertiya tevgera jinê kiriye.

Me tevgera jinê endameke rêveberiyê û hevrêya xwe ya ku pir nirxdar û cihê wê nikare were dagirkirin şehîd da. Li ber bîranîna wê em bejna xwe ditewînin û soz didin ku, bi dilsoziya bi bîranîna wê ve têkoşîna wê bi serfriraziyê tacîdar bikin. Em sersaxiyê ji malbatê re û ji gelê me re dixwazin.

Hevrê Armanc dema ku fermandara HPG'ê û YJA Starê dikir şehîd bûyî, li nav malbateke Gimgimî jidayik dibe. Dema zanîngeh dixwend têkoşîna şoreşgerî hildibijere û tevlî nav refên gerîla dibe. Li qada Rêbertî perwerdehî dîtiye û xisletê xwe ji nû ve afirandiye. Bi salan li Qadên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kiriye. Piştre li fermandariya Zagros û Botanê, li gelek cihan gerîlatî kiriye. Piştre li fermandariya Zagros û Botanê bi peywirdariyê û berpirsyariyê rabûye, pêşengî li geşkirina jinê kiriye. Her wiha, di xebatên civakî yên Ewropayê de û di xebatên çapemeniyê de peywira ku dayî ser milê xew bi cidîbûnekê û bi serkeftinê bi cih aniye.

QET JI XETA JINA AZAD NEHATIYE XWARÊ

Li ser hemû peywir û berpirsyariyên ku pê rabûyî  daye ber xwe ku Xeta Jina Azad û şoreşgeriya xeta îdeolojîk serwer bike û qet ji vê nehatiye xwarê. Bi helwesta xwe ya zelal, bi deqerûbûnê û bi hewlesta xwe ya ku ji gav bi paş de neavêtî,  milîtaniya xetê kiriye navenda jiyan û têkoşîna xwe. Me ne tenê fermandarereke xwe, ne tenê rêvebereke xwe û kedkareke xwe ya mezin, her wiha şoreşgerke xetê ji dest daye. Li dijî hemû hînbûyinên paşvebir û kevneşopiyê, li dijî taybetmenidyên jina kole û hişmendiya zilam-serwer, têkoşîneke mezin daye.

Yek ji wan hevrêya kêmpeyda bû ku di karaktera xwe de hem şerekî mezin ava kiribû, hem helwesteke serhildêr û hem jî kiribû ku karîgeriyê li hevrêyên xwe bike û hevrêyên wê jê hez bikin. Bi helwesta xwe ya di pêvajoya xwerêberiyê de û bi hişmendiya berz a pêşwazîkirina pêvajoyê, ji xeta fedaî û lehengî re bûye bersiv. Bi karaktera xwe ya xwedan vîn, bi ınsîyatîv, hewldêr û têkoşer, nasnameeya jina azad ku Rêber Apo dixwest geş bike, di karakterê xwe de, bi hişmendî û kedeke mezin ava kiriye. Heval Armanc, hevrêyeke me ya wiha ye ku ji hêla milîtaniya xwe ya pêşeng a dîroka me jinê, ji hêla şoreşgerî û rêveberiya wê ve divê mînak were dîtin. Bi vê helwesta xwe ya fedaî û helwesta azadiyê, di dîroka têkoşîna azadiya jinê de cihê xwe girtiye.

Li ser bîranîna wê em dîsa sond dixwin ku jina azad û Kurdistana azad em ava bikin û  dibêjin wê bi teqezî wê azadî bi ser bikeve.''