KJK: AKP wê li Efrînê asê bimîne

Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên li ser Efrînê banga geşkirina berxwedanê û têkbirina rejîma Erdogan kir.

Koordînasyona KJK'ê der barê êrîşa li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em bi hev re li ber xwe bikin ku Efrîn bi ser bikeve, Rojava bi ser bikeve, gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê, gelên Rojhilata Navîn bi ser bikevin."

KJK'ê destnîşan kir ku AKP wê li Efrînê asê bimîne û got, "Ev şer wê bibe Vîetnama rejîma Erdogan."

Di daxuyaniya KJK'ê wiha hat gotin, "Artêş û dewleta Tirk a faşîst mêtinger bi dagirkirina Efrînê re di nava çirava polîtîkayên Erdogan ên dijminatiya li Kurdan de çikiyane. AKP, dewleta TC ku bi ti awayî nikare xwe li îrade û rêxistinbûna Kurdan rabigire, ji nava sînorê xwe derbas bû û bi êrîşa dijî Rojava û Efrînê re bi têra xwe zêdegavî kiriye. Ev êrîşa ku navê 'guliyê zeytûnê' lê kirine, bi rengekî vekirî îlana şer e li dijî Kurdan. Lêkirina navê 'guliyê zeytûnê' bilêvkirina vî şerê gemarî bi sembola aştiyê, di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de ye. Ev şer li Kurdan û li gelên Tirkiyeyê hatiye ragihandin. Şereke ku ji bo berjewendiya gurûha dîn û har a Erdogan û derdora wî tê kirin. Ev şer bi ti awayî li berjewendiya karker, gundî, jin, bêkar, xizan, ciwan, xwendekar, nasnameyên cuda yên olî û etnîkî nayê. Ji bilî komeke biçûk a dewlemendan, a ku dibe para yên mayî; şerê li eniyê, mirin-kuştin, xizanî û talan e. Ya ku wan navê 'guliyê zeytûnê' lê kirine, tasfiyekirina desketiyên gelê Kurd ên li Rojava û giştî ye, talankirian gelên Tirkiyeyê ye. Ji bilî vê yekê ti nav û wateya vê nîne."

ÊRÎŞ DESTWERDANA LI ÎRADEYA GELÊN SÛRIYEYÊ YE

KJK'ê diyar kir êrîş destwerdana li îradeya gelên Sûriyeyê ye û ev rewş Rojhilata Navîn dixe nava krîzeke mezintir.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji felaketa ku DAÎŞ'ê li herêmê kir, felaketeke mezintir tê kirin. Dewlet-artêşa Tirk û AKP, wê berdêla vê gelekî giran bidin. Şerê Efrînê wê nebe şerekî ji rêzê. Berxwedana gelê Efrînê, berxwedana YPG/YPJ'ê ya bi bandor û xwedî tecrûbe, berxwedana Hêzên Şoreşger wê tifaqa AKP û MHP'ê biqedîne, qesra Erdogan bi serê wî ve birûxîne û bişîne nava sergoyê dîktatoran. Û Efrîn wê di vê berxwedanê de bi tenê nebe. Tevgera Azadiyê wê heta dawiyê li cem gelê Efrînê be. Ji Kobanê heta Amedê, ji Amedê heta Silêmanî, ji Silêmanî heta Ûrmiyê, Rûsya, Elmanya, Fransa, Hollanda Kurd li ku derê hebe wê li cem gelê Efrînê be û rabe ser piyan. Hemû hêzên şoreşger, sosyalîst, demokrat, antî faşîst, dostên me yên xwedî wijdan, mirovên me, jin wê li dijî vê dagirkeriya faşîst bisekinin.

AKP WÊ DI ÇIRAVA EFRÎNÊ DE ASÊ BIMÎNE

Ev şer ji bo hikûmeta AKP'ê wê bibe Vîetnam, wê bibe xilasbûna AKP’ê. AKP li Efrînê wê di çiravê de asê bimîne, di giyanê berxwedariya bêhempa a şoreşa Rojava de wê bifetise. Erdogan bi vê biryara şer werîsê darvekirinê kiriye stûyê xwe, ew Çeqla Zeytûnê ji bo Erdogan bûye sehpaya darvekirinê. Ev şer ne şerekî wiha ye ku bi balafir, tang, hawan, obûsan, bi komondayên ku ji Sêwazê, Boluyê anîn, bi ‘OSO’yiyên ku nikarin sê rojan şer bikin, bi ser bikevin. Ev şer şerê vînê, şerê xetê ye. Di vî şerî de yê ku wê bi ser bikeve xeta berxwedan û jiyanê ya xeta RÊBER APO ye. Ev xet xeta serfiraziya sedsala 21’ê ye. Arîn û Gelhatan di berxwedaniya Kobanê de ev bi lehengî nîşandan. Berxwedaniya Efrînê, li ser mîrasa Kobanê ev xeta serfirazê li ser xaka pîroz a Efrîn ta bi ta wê were neqişandin û dersa faşîzmê bide. Zeytûna gelê Efrînê, wê çeqa zeytûnê ya AKP’ê ya faşîst parçe parçe bike.

BANGA BERXWEDANÊ

Ev şer dagirker e, derî mirov e, ev şerê qirêj di serî de li dijî gelê Kurd, Sûriyê û gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn ev şer hatiye destpêkirin. Ev şer li dijî şoreşa Rojava ye ku li Rojhilata Navîn weke modêla jiyaneke azad li Rojhilata Navîn çêbûye. Rûsya bi destûrdana balafirên şer ên Tirk bûye hevkarê  vî şerî. DYA jî berpirsyarî avêtiye ser Rûsya û di rastiya xwe de çavê xwe ji dewleta Tirk re girtiye. Hêzên navdewletî polîtîkaya xwe ya klasîk a Kurdan didomînin, têkoşîna Kurdan û dostên wan,  wê xeleka qirkirinê çawa ku li Kobanê şikandin, dîsa bişkînin.

Em bang li hemû Kurdan, jinan, şoreşege û dostên demokrat, hevrêyan dikin ku di vê kêliya dîrokî de li dijî dewleta Tirk a faşîst, li dijî dewleta mêtingeriya dagirger a AKP-MHP’ê bibin yek û têbikoşin. Ji mêj ve ye ku dema wê hatiye ku ev rejîma mêtingeriya faşîst a ku bûye bela serê gelê me, gomî dîrokê bikin. Ev vê siûdê û fersenda dîrokî li Efrînê û bi Efrînê bi berxwedanê teqez pêk bînin.

Em bi hev re li ber xwe bidin bila gelê Efrînê bi ser bikeve, bila Rojava bi ser bikeve, bila gelên Tirkiyê, Sûriyê û Rojhilat bi ser bikevin."