KJK: 15’ê Tebaxê pêngava bidestxistina nasnameya azadiyê ye

Koordînasyona KJK’ê bang kir ku bi giyanê 15’ê Tebaxê hemû jinên ciwan û xort tevlî nav refên gerîla bibin û têkoşînê li ser hîmê radîkal û azadîxwaz geş bikin.

Koordînasyona KJK’ê ji ber salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê got li dîrokê bi avabûna netewe-dewletan gel, bawerî û jin xistine rikehekê û tê xwestin ku di nav statûya koledariya teqez de bêne hiştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd ti caran qebûl nekiriye ku bikeve nav rikiha netew-dewletê  û her carê bi raperîn, şerê xweparastinê bersiv daye vê."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Pêngava me ya gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an  li dijî polîtîkayên netewe- dewletê ya modernîteya kapîtalîst a zayendîparêziyê, nîjatperestiyê, koledariyê şerê berxwedanê ye. Bi vê pêngavê  jin, gelê Kurd wê nasnameya xwe ya azad bi dest ve bînin. Li  dijî polîtîkayên înkar, îmha, asîmîlasyon û dijî mirovahiyê ya li ser jinan û Kurdan vejîn, zindîbûn û li dij rabûn e. Kana pêşî ya paradîgmaya me  ya îro ya demokratîk, azadîxwaz, ekolojîk e. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re rewatiya hişmendiya xweparastinê ya jinan, gelan û hemû çewisandiyan derketiye holê û mafdarbûna wê jî careke dî diyar bûye. Heke hewl were dayin ku civakekê, jinan li welatê xwe bikin mihacir, zimanê wan li wan were qedexekirin û nehêlin ku bi nasnameya xwe ya resen bijîn helbet li dijî vê çewisandî wê berxwedaniya xwe bikin."

XETA AZADIYÊ YA JINÊ BÛYE HÊZEKE MEZIN

Koordînasyana KJK’ê bi domdarî got: "Tevgera me ya azadiya jinê bi berxwedana gerîla ya 15’ê Tebaxê zêdetir geş bûye. Bi pêngava 15’ê Tebaxê xeta azadiya jinê bûye xwedî hêz û wêrekiye mezin. Li Kurdistanê ku tarîtî lê hatibû ferzkirin şewleyên hêviyê jê çûne.

Gelê Kurd ku her kesî digot nema dikare gavên xwe bide ber xwe, li ber xwe bide vejiyan û ji nû ve çêbû.

EGÎD MÊRÊ AZAD BI PRATÎKA XWE ZINDÎ KIR

Em hevalê fermandar ê dilêr Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku bi felsefeya Rêber Apo pêşengî ji vê pêngavê re kirî bi vê wesîleyê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Hevrê Egîd jiyana nû ya li Kurdistanê, temsîla mêrê azad di jiyana xwe de pratîze kiriye. Bi bihîstyarbûna xwe ya li ser jiyanê, bi disîplîn, bîreweriyeke mezin, bi hurmet û hezkirina li ser hevrêyên xwe, bi fedekariya xwe di dîroka me ya azadiyê de xwedî cihekî wiha ye ku qet wê neyê jibîrkirin. Hevrê Egîd li ser xeta azadiyê li dijî taybetmendiyên zilamê serwer di şexsê xwe de tim têkoşiyaye û bûye xwedî taybetmendiyên fermandarê pêşeng. Li ser vê bingehê bi pêşxstina kesayatiya leşkerî, fermandarî, pîvanên jiyana azad, bi jinê re bûye hevrêyek rast û giramgir.

Rêbertiya me li ser hevrê Egîd dibêje temsîla mêrê azad. Heval Egîd careke dî rêgeza, ‘ê ku di jiyanê de azad bibe di şer de jî bi ser dikeve’ di şexsê xwe de, bi asta azadbûnê çespandiye. Tenê yên ku di şexsê xwe de azadî afirandine dikarin bibin xwedî çalakiyên mezin û xwedî pêngavên dîrokî. Dikarin pêşengiyeke serkeftî ji dîrokê, gel re bikin.

Li ser vê hîmê bi giyanê 15’ê Tebaxê em bang li hemû jinên ciwan û xortan dikin ku tevlî nav refên gerîla bibin û têkoşînê li ser hîmê radîkal û azadîparaziyê geş bikin û bi ser bixin.

Sala 34’a ya 15’ê Tebaxê li hemû gelê me, li jinan û li mriovahiyê pîroz be. Jin, gelê Kurd li ser xeta azadiyê, bi giyanê vejînê yê 15’ê Tebaxê teqez wê bi ser bikevin."