KJB wê bi rêya înternetê xebatên xwe parve bike

KJB wê bi rêya înternetê xebatên xwe parve bike

Koma Jinên Bilind (KJB) wê xebatên xwe yên civakî, siyasî, dîplomatîk û îdeolojîk bi rêya malpera bi navnîşana www.kjb-online.org parve bike.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat ragihandin ku di çarçoveya paradîgmaya demokratîk-ekolojîk, zayendî û azadîperest de, wê xebaên civakî, siyasî, dîplomatîk û îdeolojîk ên KJB'ê bi rêya malpera fermî li raya giştî were parvekirin. 

Li gorî vê yekê, xebatên amadekariya malpera înternetê ya Çileya 2013'an destpê kir bi dawî bûn û malpera www.kjb-online.org bi awayekî fermî ketiye meriyetê. 

Malper, bi Kurdî (Zaravayên Kurmancî û Soranî), Tirkî, Erebî, Farisî û Îngilîzî weşanê dike.