Tevgera Jinan a Kurd KJB’ê der barê 1’ê “lonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand û bal kişand tecawîz û şîdeta di encama polîtîkayên rejîma AKP’ê de ya li ser jinê pêk tê. KJB’ê wiha got: “Melayên AKP’ê li Kurdistanê di bin navê dersa Qur-anê de zarokên keç dikişîin cem hev û tecawîzê wan dikin. Herî dawî li Şirnexê di bûyera tecawîzê ya pêk hat de ruyê namerd yê AKP’ê dîsa derdixe holê. Li Şirnexê melayek AKP’ê 30 zarokên keçik bi niviştê tirsandiye û tecawiz kirine.” Her wiha KJB’ê da zanîn ku AKP ku dixwaze bi îslama siyasî desthilatdar polîtîkayên asîmîlasyonê li ser kurdan kûr bike, dixwaze Alayên Hamîdiye yên xwe ava bikin.
Koordînasyona KJB’ê wiha got: “Em 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi hêviya ku dê aştiyê bîne pîroz dikin. Bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji bo Kurdistanê Xweseriya Demokratîk’ di serî li Qoser, Cizîr, Gever, Êlih, Wan û Amedê, hemû Kurdistan û derveyê Kurditanê em jinên kurd, dayikên aştiyê û gelê kurd yê bi rumet silav dikin.
KJB’ê di peyama xwe de ev îfade bi kar anîn: “Aşitî nirxa esas ya civakê ye. Yanî tişta ku mirovan dike mirov, taybetiyeke civakê ya herî bi qîmete. Çavkaniya aşitî, feraseta çanda hevpar a jiyanê û helwesta bi hevrebûnê ye. Zilm, dagirkerî, şer, komkujî û zextan red dike. Zîhiniyeta aştiyane her tim demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê esas digire. Karekterê aştiyê demokrasî, wekhevî û azadî bi teşe dike. têkiliyên ne azad û wekhev nekare bibe têkiliyên aştiyane. Li cihê ku serdestî û koletî hebe aşitî tune.” AKP DIXWAZA ALAYÊN HAMÎDIYE AVA BIKE
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Kurdistana ku gelê wê her tim hate qetilkirin; het aku bi gelê tirk, ereb, fars re azad û wekhev nejî, heta bi awayekî azad xwe bi rê ve nebe, nikare di nava aştiyê de bijî. Ferzkirina koletî û teslimiyetê ya li ser kurdan komkujiya herî mezin a aştiyê ye. Rejîma AKP’ê bi tank, top, polîtîkayên komkujî û qirkirinê bi ser kurdan de diçe. Ji ber vê jî ji gelê kurd aşitî xwestin, tê wateya koletiya gelê kurd, bêrumetiyê.
AKP’ê bi polîtîkaya xwe ya dijminê aştiyê Tirkiye tune kiriye. Bi pêkûtiyên xwe civak û gelek welat li dijî Tirkiyeyê kirine dijmin. AKP heman polîtîkayê bi dijwartir li dijî kurd, elewî, gelên cuda û jinan pêk tîne. AKP li ser kurdan û gelên din polîtîkaya qirkirinê ya sîstematîk dimeşîne. Polîtîkaya asîmîlasyonê kûrtir dike. Hewl dide hesasiyeta ol a gelê kurd bikarbîne û Alayên Hamîdiye ya leşkerî ava bike. “
ŞÎDETA LI SER JINÊ DERKET ASTA HERÎ JOR
KJB’ê wiha got: “Dîsa polîtîkayên li dijî jinan derketiye asta herî jor. Roj tune ye ku bi dehan jin nemirin, xwe nekujin. AKP ya ku êdî ji jinan re mêrtiyê dike şîdeta mêr ya serdest li ser jinê rewa dike û ji bo zêdebûna şîdetê jî piştgiriyê dide. Şîdeta li ser jinê rojane zêde dibe û belav die. Di encama polîtîkayên qirkirina jinê de her roj bi dehan jin dimirin. Di cînayetên jinan de sînor nayê naskirn. Ev kuştinên wehşî pir xwezayî tên dîtin.
MELEYÊN AKP TECAWIZÊ ZAROKÊN KEÇ DIKE
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkaya qirkirinê ya civakê û ya jinê a AKP’ê bi riya meleyan heta tecawizkirina zarokên keç diçe û wiha hate gotin: “Melayên AKP’ê di bin navê dersa Qur-anê de zarokên keç dikişînin cem xwe û tecawizê wan dike. Herî dawî li Şirnexê ruyê namerd ê tecawîzkarê AKP’ê derket holê. li Şirnexê melayê AKP’ê 30 zarokên keç bi niviştê xapand û tecawîzê wan kir. Belkî zêdetir e jî. AKP bi polîtîkaya xwe ya tecawîzkar dixwaze jinên kurd teslîm bigire û ji têkoşîn qut bike. AKP ji têkoşîna jina kurd ditirse û bi siyaseta tecawîzê diçewisîne. Di şexsê 30 keçên rastî tecawîzê hatine ev êrîş li gelê kurd hatiye kirin. Ev polîtîkaya tecawîzê dê bê bersiv nemîne. Dê bedela vê giran be. Jinên kurd û gelê kurd dê hesabê vê bipirse.”
AKP XULAM Û TAŞERONÊ EMPERYALÎZMÊ YE
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser şerê li herêmê û wiha hat gotin: “AKP’ê wekî teşeron û xulamê emperyalîzmê rola aktîf dilîze. Li Kurdistan û herêm şer her diçe kûr dibe. Şîdet û tecawiza zêde dibe, kuştinên jinan zêde dibe. Ji vê rewşê tu dewlet û serdest nerehet nabe. Berovajî vê şîdet û şer zêde dike.
Di vê rewşê de tenê îradeyeke dikare pêşî li vê şerî bigire û aştiyê pêk bîne. Ev jî Rêber Apoy e. Heta ku Rêber Apo di tecrîdê de be dê aşitî pêk naye. Ji bo bidawîbûna şerê qirêj divê dawî li girtina Rêber Apo bê dayîn.
HEMLEYA SERKEFTINÊ YA ŞEMZÎNANÊ
KJB’ê da zanîn ku têkoşîna jin û gelê kurd hatiya asteke dîrokî û wiha pê de çû: “Li Kurdistan azadî hatiye asteneke girîng. Gelê me pêngav bi pêngav ber bi aştiyê ve tê. Bi pêşengiya gerîlaya ev 28 sale şerê bi rumet tê meşandin û îro bi hemleya Şemzînanê didome. Bi avakirina pergala xweser a demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê tê tacîdarkirin.
DIVÊ HEMÛ TÊKILÎYÊN BI DEWLETÊ RE BÊ QUTKIRIN
Li ser vî esasî; Divê hemû gelê kurd, gelên herêmê ji bo aşitî bê ser vê axê tevli hemleya Azadiya ji bo Rêber Apo bibe. Em bang dikin ku bila tevlî meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin. Azadiya Rêber Apo garantiya azadiya gelane!
Em bi wesîleya 1’ê Îlonê roja aştiyê ya Cîhanê bang li gelê xwe dikin ku bila pergala xweser a demokratÎk ava bike û bila hemû têkiliyên xwe bi dewletê re qut bikin!
DI 1’Ê ÎLONÊ DE LIGEL KURDAN BIMEŞIN
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hemû kesên dibêjin ez demokrat im, sosyalîst im, xwedî wijdan im, ligel nrixên mirovahiyê me, welatparêz im divê di asta azadiya Rêber Apo de, esasa çarseriya pirsgiraka kurd a pergala xweseriya demokratîk de divê di 1’ê îlonê de ligel gelê kurd cihê xwe bigire!
Di serî de jin û ciwanên kurd hemû kes divê rola xwe di 1’ê Îlonê de bilîze!