KJB: Kesên hêviyan ji AKP’ê dikin hevparên qirkirinê ne

KJB: Kesên hêviyan ji AKP’ê dikin hevparên qirkirinê ne

Tevgera jinên Kurd KJB, di daxuyaniya ji bo bîranîna têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê hezîrana 1996 de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, de bal kişand ser zextên dewleta Tirk û got; “Kesên ku xwe weke Kurdên AKP’yî dibînin û hêviyan ji AKP’ê dikin, hevparê vê qirkirinê ne.”

Koma Jinên Bilind (KJB) di daxuyaniya xwe de têkoşera PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê hezîrana 1996 de çalakiya fedayî li Dêrsimê pêk anî, bi bîr anî û KJB’ê hemû şehînd meha hezîran bi bîr anî û got; “Hevala Şehîd Zîlan, di têkoşîna me de, bi kesayeta xwe, jiyan, rêbaza xwe ya têkoşînê û çalakiya xwe bûye manîfestoya jîyanê. Vê yekê bi gotina xwe ya ‘Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek watedar û çalakiyeke mezin’ rave kiriye.”

KJB’ê ragihand “Şopdara herî mezin Hevala Sema Yuce jî bi gotina “çawa ku li asîmanan du roj nabin, ji bo mirovên dixwazin azad bibin jî du çavkaniyên moralê jî nabe’ nîşan daye ku ji bo jina Kurd û mirovên dixwazin azad bibin, yekane çavkaniya moralê Rêber Apo ye. Şehîdên meha hezîranê li hember komploya navneteweyî li derdora Rêbertiyê çenber ava kirine, bi tekoşîn, berxwedan û şehadeta xwe ya qehremantiyê mohra xwe li dîroka me dane. Em di serî de Ş. Zîlan, Ş. Sema û Ş. Gulan û hemû hevalên xwe yên şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.

KJB’ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan jî û got; “Hêzên komploya navneteweyî îro jî konsepta xwe ya tunekirinê kûrtir kirine û berdewam dikin. Îşkencexaneya Îmraliyê yak u Rêbertiya me têde tê ragirtin kirine navenda hedefa van êrîşan û nêzî salek e destûr nadin ku hevdîtin pêre pêk bê. Ev nêzî salekê ye em nikarin tu agahî der barê tendurîstî û ewlehiya Rêbertiya xwe werbigirin. Şik û gumanên me yên ji vê yekê pir zêde bûne. Pêkanînên qirkirin û tunekirinê li ser gel û tevgera me bi awayeke berfireh berdewam dikin.

OPERASYONÊN QIRKIRINÊ

KJB’ê diyar kir ku li hemberî îradeya çareseriya demokratîka ya gelê me operasyonên dibin navê KCK’ê de qirkirin tê meşandin. KJB’ê da zanîn ku binavê van operasyonan parlamenter, serokên şaredaran, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, akademîsyen, rojnameger, xwendekar, jin, zarok û ji 8 hezarê zêdetir mirovên me di girtîgehan dene . KJB’ê destnîşan kir ku rêxistinbûyîna hemû kurdên ku dixwazin bi rûmet û azadîxwaz bijîn wek terorîzmê tê dîtin û bi zîlmekî ku ji faşîzma Hîtler jî derbaz dibe têxwestin ku îradeya wan bê şikandin. KJB’ê balkîşand ser pêkûtiyên li hemberî jin û zarokên kurd tên meşandin û diyar kir ku di xwazin bi êrîşên tacîz û tecawîzê yên li hemberî jinên û zarokên kurd û li kolanan lînç kirina gel û bi înfazkirinê dixwazin rûmet wan bişikînin û bi çewisînin.

KJB’ê bilêv kir ku li hemberî gerîlayan operasyonên îmhakirinê bê navber didomin û li hemberî gerîlayan çekên kîmyawî tên bikar anîn û cenazeyên wan parçe parçe dikin. KJB’ê destnîşan kir ku li hemberî hemû rastiyan cîhanê çav û guhên xwe girtiye. Tevî vê rewşê jî yên ku xwe kirine kurdên AKP’ê û ji AKP’ê bendewariyên wan hene dibin hevparê vê qirkirinê.

TEMÎNATÊ AŞTIYÊ OCALANE

KJB’ê bibîrxist ku li hemberî van hemû êrîşan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo îşkencexaneya li îmraliyê ku ev 13 sale dimeşe gotibû ez bi tu awayî tawîz nadim. KJB’ê da zanîn ku em weke tevger û gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedela wê çibe bila bibe emê di her pêvajoyê de bi biryarek xurt pêk bînin. KJB’ê diyar kir ku hemleya berxwedanê ya ku ji aliyê Koma Jinên Bilind ve bi şîara ‘ Ji Ocalan re Azadî , ji qirkirinê re na’ li çarparyeyên Kurdistan û Ewropayê hatî destpêkirin di asta herî jor de gelê me pêşwazîkirine. KJB’ê da zanîn ku ev hemle li herderê di pêşengiya dayik û jinên kurd ve hatiye kirin. KJB’ê dest nîşan kir ku ji ber ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jin û gelê kurde. Heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd jî çareser bibe ji ber ku temînata aştiya rojhilata navîn Ocalane .

KJB’ê herî dawî wiha got: “Di çarçoveya parastina rewa ya ku temînata azadiya Serokatiyê û çareseriya pirsgirêka kurd e; zêdetir û bihêztir bibe. Çarçoveya êrîşan çiqas dibe, bila bibe dê li ser bingeha berxwedana gerîla heta azadiya Serokatiyê têkoşîn bilind bibe. Çalakiya Şitazinê, careke din vê yekê nîşanî dost û dijmin daye. Dê di sala 2012’an de ji bo azadiya Serokatiyê û pêşxistina çareseriya birûmet a gelê kurd berxwedan bilindtir bibe û were berdewamkirin. Ev berxwedana me dê li ser xeta fedayî ya şehîdên me yên hezîranê ber bi serkeftinê ve biçe. Wekî mîlîtanên azadiya jinê em soz didin ku em ê ji her pêvajoyê zêdetir pêşengiyê bikin û bîranîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Di serî de jinên kurd û ciwanên kurd, em bang li gelê xwe dikin ku di şopa van şehîdên me de tekoşîna xwe bilindtir bikin.”