KJB: Fikarên me ji ewlehiya Ocalan zêde dibin

KJB: Fikarên me ji ewlehiya Ocalan zêde dibin

Tevgera Jinên a Kurd KJB’ê bi bîr xist ku ev 11 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û wiha got: “Em wekî tevger, wekî gel fikarên me yên ji ber ewlehî û tenduristiya Rêber Apo gihiştine asta herî jor.”

Koordînasyona KJB’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan didome û her wiha mijarên wekî, operasyonên siyasî û leşkerî, girtina şaredaran û komkujiya Rihayê nirxand.

Di daxuayniyê de wiha hate gotin: “AKP konsepta tasfiyeyê kûrtir û berfirehtir dike. Rêber Apo ev 11 mehe di tecrîdeke giran de ye. Hemû têkiliyên wî bi cîhanê re hatiye qutkirin. Em wekî tevger, wekî gel ji rewşa Rêber Apo bi fikar in. Her wiha operasyonên îmhayê yê li hemberî tevgera me jî didomin. Hewl tê dayîn ku jinên kurd, tevgera kurd, gel teslm bê bigirin. Bi vê armancê wekîl, şaredar, endamên meclisê, parêzer, rojnameger, xwendekar, jin, zarok, pîr û kal hemû girtine û girtîgeh tije bûne.”

HEWLDANA ŞKANDINA VÎNA KURDAN

KJB’ê berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku herî dawî şaredarê Wanê jî di navde gelek ket hatin girtin û bi vê jî peyama dê qirkirin bidome dan. KJB’ê wiha got: “AKP hewl dide ku têkoşîna azadiya me kêm bike û îradeya gelê kurd bişkîne. Çend mafên li gorî xwe wekî sedeqeyê pêşkêşî Kurdan dike. Herî dawî jî li hemberî daxwaza perwedehiya zimanê dayikê, kurdî wekî dersa hilbijarte dide û vê jî wekî biryar dîrokî nîşan dida. Lê em wekî tevger û gel vê bê rumetiyê tu carî qebûl nakin. Li Wanê ku hêj birîn nehatine pêçan, şaredarên wan girtin.”

POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMAHÊ DIDOME

KJB’ê destnîşan ki rku li dijî pêkanînên faşîzan yên dewleta AKP’ê berxwedan bêyî ku tavîzê bide didome û wiha pê de çû: “Ligel vê faşîzma AKP’ê mirov hê jî li bende çareseriyê bin ev ne raste. AKP li hemberî nasnameya kurd a azad, polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne. Dema ku pişgiriya van gotinan bê kirin ev tê wateya ku ji aşê AKP’ê re avê dikişîne. Ji bo têkoşîna azadiyê ya esas eve ku sekn û helweste bi rêxistine. Ji ber vê jî daxuyanî û nirxanên kesan, kesan eleqeder dike. ev dê bandorê l ser têkoşîn û sekna gel neke.

MIRINA GIRTIYAN ENCAMA POLÎTÎKYA KUJERE

KJB’ê bal kişand ser 13 girtiyên kul i girtîgeha Rihayê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Ev encam polîtîkaya kujer a ji gelê kurd rewa hatiye dîtine. Komkujiya Roboskê bi awayekî cuda didome. bi hezaran welatiyên me ji ber hincetên pûç û vala tên girtin. Ev jî nêzîkatiya AKP’ê ya li hemberî gelê me ye. Gelê me jî dê vê wisa bixwîne û dê xwedî helwest be. Li ser vî esasî, em sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin.”

DIVÊ HEMLEYA JI OCALAN RE AZADÎ BILINTIR BIBE

Koma Jinên Bilind, di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Me wekî Tevgera Azadiya Jinê bi dirûşima ‘Em rêberê xwe azad bikin, dawî li qirkirinê bînin’hemleya berxwedanê da destpêkirin. Ji bilî bilindkirina têkoşînê em bi tu tiştî îtîbar nakin. Em weke tevgerê ketine demek ku hemleya xwe bilintir bikin. AKP ya ku ji vê ditirse, ji bo ku pêşî li vê bigire, dest bi êrîşan kiriye. Em li ser esasê ku hemleya xwe bilind bikin dê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em di serî de bang li hemû jin û ciwanan û hemû gelê xwe dikin ku bila guh nedin polîtîkayên AKP’ê û alîgirên wê nekin û têkoşîna xwe bilintir bikin.’