KJB’ê Konferansa Yekîtî û Çareseriyê silav kir
KJB’ê Konferansa Yekîtî û Çareseriyê silav kir
KJB’ê Konferansa Yekîtî û Çareseriyê silav kir
KJB’ê ku Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê ya li Amedê pêk hat silav kir, destnîşan kir ku konferansê bi qasî ku di nav gel de moral û heyecanek ava kiriye bendewarî jî zêde kirine û got, “Ji bo biryarên hatine girtin bikevin meriyetê israr, şopandin û berpirsiyarî pirr girîng e.”
Koordînasyona KJB’ê, têkildarî Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawiya hefteyê li Amedê pêk hat peyamek weşand.
Koordînasyona KJB’ê konferansa ku bi awayekî serketî pêk hat silav kir û got, “Ev konferans, ji bo pêşxistina pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyaneke Azad’ a Rêbertiya me daye destpêkirin pirr girîng e”
KJB’ê di daxuyaniya xwe de got ku pêşxistina yekparebûna cewaziyên li Bakurê Kurdistan nirxeke ku ev xak bi hesreta wê ye û ev xal dan xuyakirin: “Bi taybet ji bo pêvajoya çareseriyê veguhere aştiyeke mayînde xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di pêvajoya çareseriyê de Merheleya Yekemîn ji aliyê me ve bi serketî hatiye meşandin û Merheleya Duyemîn dest pê kiriye. Lê belê hukûmeta AKP’ê tevî ku berpirsiyariyên xwe yên di Merheleya Yekemîn de bi cih neaniye helwesteke ne ciddî nîşan dide û ji demê re dihêle. Her wiha tê dîtin ji bo Merheleya Duyemîn a demokratîkbîyûn û guhertina destûra bingehîn jî îfade dike, tu amadekariyên wê yên ciddî nîn in. Konferansê bi awayekî bi rêxistinî di nav yekîtiyekê de îrade, perspektîf û biryarbûna xwe li ser esasê daxwazên hevpar nîşan daye ku bi awayekî aktîf tevlî pêvajoyê bibe. Wê gelê Kurdistan bi hêza xwe, avakirina neteweya demokratîk bi ser bixe. Ev heqîqet e ku li Kurdistanê her pêşketin di encama têkoşîneke rêxistinkirî, aktîf û bandor de tê afirandin. Aşkere ye serketina biryarên konferansê dema di helwesta serketina yekîtiyê de israr were kirin û têkoşîn were bilindkirin wê mimkun bibe.”
KJB di daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser rola jin û ciwanan a di pratîkkirina biryarên konferansê de û wiha berdewam dike: “Ji bo biryarên konferansê bikevin meriyetê di serî de jin û ciwanên Kurd tevayî beşdar wê bi vê berpirsiyartiya dîrokê re xwe aktîf bikin û di vê mijarê de baweriya me tam e. Jina Kurdistanê di serketina vê pêvajoyê de rola bûyîna hêza esasî û pêşengiyê dilîze.”
Koordînasyona KJB’ê dibêje ku pêngava bi konferansê re hatiye pêşxistin wê tevkariyê li xebatên yekîtiya neteweyî bike û wiha berdewam dike: “Pirr girîng e her kes bi hişyarî û berpirsiyarî nêzî li vê firsenda dîrokî ya gelê me bi dest xistiye bibe.”