Tevgera Jina Kurd KJB’ê êrîşa rejima Sûriyeyê ya li Helebê ya li dijî Kurdan bizimanek tund şermezar kir, li dijî êrîşan bigiyanekî yeketiya netewî banga tekoşînê kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyona KJB’ê ve hatî kirin, êrîşa hewayî ya rejima Şamê ku li dijî Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê pêkanî û 20 Kurdan jiyana xwe ji destdayî bizimanek tund şermezar û lanet kir.
KJB ku ji kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dayî ji xwedê rehmet û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Her wiha di serî de sersaxiya malbat û gelê Kurd hate xwestin.
Daxuyaniya Koordînasyona KJB’ê wiha ye:
“Li Sûriyeyê bidirêjahiya pevçûnên tund yên jiyan dikin, gelê me yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê hertim rê ya demokrasî, azadî û çareseriyên aştiyane bikaranîne. Ne bûne aliyên şer. Di vê pêvajoyê de li ser bingehê xwesertiya demokratîk pêşvebirina sîstema azadî û demokratîk, her wiha nêzîkatiya parastinê bingeh girtine.
Ev nêzîkatiya gelê me yê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê di tekoşîna azadî û demokrasiyê de bi maf û bi onûre. Hêzên ku vê yekê nikarin bixwe bidin pejirandin, hewil didin ku gelê me bikêşin nava vî şerî. Bi vî awayî destkeftiyên gelê me yê Başûrê Rojava hedef digirin. Destkeftiyên gelê me yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hemû gelê me ve bi awayek coş tê pêşwazî kirin û xwedî lê derdikevin. Di vî alî de gelê me yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye, li vê derê parastin û xwedî lê derketina destkeftiyên gelê me, nirxên hevpar yê hemû gelê me ye.
Pêwîste gelê me yê Başûrê Rojavayê Kurdistanê di vê pêvajoyê de li dijî hemû êrîş û provokasyona ji her demekê zêdetir hişyar be û ji bo van êrîşan vale derxînin di nava rêxistinbûnekê de bin. Weke gelê Kurd pêvajoya dîrokî ya ku em têde derbaz dibin, pêwîste li ser bingehê pêşdebirina tekoşîna azadî û demokrasiyê bi awayek herî bihêz xwe rêxistinbikin û parastina xwe bikin. Em jî bibiryarin ku li her perçeyekê destkeftiyên gelê xwe biparêzîn.
Careke din jî em ji kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ji xwedê rehmetê, ji kesên birîndar re jî şîfaya lezgîn dixwazin. Di serî de serê malbat û gelê Kurd sax be.
Em bang dikin ku, li dijî hemû êrîşan bigiyanê yeketiya netewî gelê me yê hemû perçeyan helwestek hevpar nîşan bidin û tekoşînê bilind bikin.”