KJB'ê 35. salvegera damezrandinê pîroz kir
KJB'ê 35. salvegera damezrandinê pîroz kir
KJB'ê 35. salvegera damezrandinê pîroz kir
Koordînasyona KJB'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 35. salvegera damezrandina PKK'ê de got, "PKK'ê bi têkoşîna mezin a li dijî zîhniyetê kapîtalîst, modela partî ya netewe-dewlet a sîstema modernîst a kapîtalît bi awayekî radîkal red kiriye, partîbûyîna klasîk a bi nêrîna reel sosyalîst û marksîst a nekarî xwe ji otorîteya çîn û desthilatdariyê rizgar bike rexne kiriye û modeleke nû ya rêxistinbûyînê ya di çarçoveya paradîgmaya civaka azadîperest a jinê ya ekolojîk û demokratîk, afirandiye."
Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Em 35. salvegera damezrandina PKK'ê, ku weke mîrategir û parêzvanê nirxên komunal ên demokratîk, civakî û dîrokî derket holê, li damezrînerê PKK'ê Rêber Apo, şehîdên xwe yên leheng ên têkoşîna me ya azadiyê, gelê Kurd ê welatparêz, jin û hemû sosyalîstên şoreşger û demokratîk pîroz dikin."
KJB'ê da xuyakirin ku vejîna PKK'ê ya beriya 35 salan bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê komeke Apoyî ve weke gava destpêkê ya azadiyê hat avêtin, di dehan vejîn û gavên destpêkê afirand, abîdeya nirx û berxwedanê derxist holê.
Koordînasyona KJB'ê diyar kir ku PKK'ê bi berxwedan û ruhê xwe yê fedaî yê 35 salan re li qada civakî, di nava gelê Kurd de rê li ber bawerî û îdîaya azadiyê vekir û got, "PKK, bi avabûna xwe re nîşanî me da ku em kî ne, ji ku hatine û divê em çawa bijîn."
Di dewama daxuyaniya xwe de Koordînasyona KJB'ê got, "PKK'ê bi têkoşîna mezin a li dijî zîhniyetê kapîtalîst, modela partî ya netewe-dewlet a sîstema modernîst a kapîtalît bi awayekî radîkal red kiriye, partîbûyîna klasîk a bi nêrîna reel sosyalîst û marksîst a nekarî xwe ji otorîteya çîn û desthilatdariyê rizgar bike rexne kiriye û modeleke nû ya rêxistinbûyînê ya di çarçoveya paradîgmaya civaka azadîperest a jinê ya ekolojîk û demokratîk, afirandiye."
‘NASNAME Û KESAYETIYA MIROVÊN AZAD AFIRÎN’
Koordînasyona KJB'ê ragihand ku di asta heyî de nasname û kesayetiya mirovên azad êdî derketine holê û destnîşan kir ku bi vê yekê re PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo her kesên jiyaneke azad û demokratîk dixwazin bûye tevgera azadiyê.
Koordînasyona KJB'ê da zanîn ku PKK'ê di mijara jinê de gavên dîrokî avêtine û ev xal destnîşan kir: "Pirsgirêka azadiyê ya jinê bû pirsgirêkeke stratejîk a PKK'ê. Jina bênasname, bênav, bêparastin û rojane rastî tundiya mêr dihat, bi vejîna PKK'ê re xwe dît û ji nû ve afirand. Bi hezaran jinên rizgarî û azadiya xwe di felsefe û îdeolojiya Rêber Apo de dîtin, herikîn nava refên têkoşîna azadiyê. Têkoşîna azadiya jinê ya PKK'ê, feraseta koledariyê ya bi nasnameya jinê re dihat bilêvkirin û zîhniyetê zayendîperest ê civakî parçe kir bi eşq û zanyariya jina azad re hest, nêrîn, gotin û qadên xweser û azad afirandiye."
RÊYA ÇARESERIYÊ BI MÛXATAPGIRTINA OCALAN DIBE
KJB'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd "Bêyî Ocalan û PKK'ê" çareser nabe û ev yek destnîşan kir:
"Gelê Kurd li meydana Amedê, ji hêzên serdest ên di nava lêgerîneke çareseriyê ya bê Rêber Apo û bê PKK'ê de ne, peyamek zelal daye. Gelê Kurd û hêzên demokratîk bi asta vîna derketiye holê re gotin, 'Eger çareseriyekê bibe, ev yek bi azadî û mûxatabgirtina Rêber Apo dibe.'
Tevî hemû destketî û gavên aştiyane yên tevgera me avêtiye, nêzîkatiya dewlet û hikûmeta Tirk a li pêşberî Rêber û Tevgera me, planeke mijûlkirin û tinekirinê ye. Weke tevgera azadiya jinê KJB, ji her demê bêtir em xwedî biryar in ku ji bo azadiya Rêberê me û azadiya jin û gelên Kurd têkoşîna pêwîst bimeşînin. Nêzîkatiya li Rêberê me ji bo me bûye sedema şer û aştiya bi rûmet, ji niha û pê ve jî dê bi vî rengî be. Li ser vê bingehê em 35. salvegera damezrandina PKK'ê li şehîdên xwe yên leheng, Rêberê xwe, gelê xwe yê welatparêz û gelên demokratîk û sosyalîst pîroz dikin û careke din bang li alîgirên demokrasî û azadiyê dikin ku ji bo pêkanîna jiyaneke azad, têkoşîna çareseriya demokratîk bilind bikin."