Koma Jinên Bilind (KJB)bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê beşdarî 2’emîn Konferans Neteweyî ya Jinên Kurd a ku dê di 22’ê Gulanê de li Hewlêrê bê lidarxistin bibin.
KJB’ê ragihand ku wana di 5’ê gulanê de daxuyaniyek dabûn ku ew ji ber helwesta ne demokratîk a komîteya amadekar beşdarî konferansê nabin, lê piştî hevdîtinên di navbera aliyan de, lihevkirin pêk hat. KJB’ê diyar kir ku ew ê beşdarî konferansê bibin.
Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama hevdîtinan de gihiştine encamekê û got “Em ê beşdarî konferansê bibin”.