KJAR'ê Viyan Soran bi bîr anî

KJAR'ê Viyan Soran bi bîr anî û got, ''Di şexsê hevrê Vîyan Soran da, hemu şêhîdên meha sibatê li bîr tênin û soza serkeftina tekoşina wan didin.''

Kongreya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvgera şehîdbûna Endama Komîteya Avakar Viyan Soran de, ku 2'yê Sibata 2006'an ji bo ku pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, bedena xwe dabû ber êgir, daxuyaniyeke niviskî belav kir.

KJAR'ê got, ''Meha sibatê di tekoşîna azadiya gelê Kurd de û di dîroka mirovahiyê de meheke tari, reş, man û nemanê ye. Bê exlaqî, bê wijdani û bi rûreşiya hêzên desthiladar planeke tunekirinê li ser rêber APO hate pêşxistin, li beramberî hemû nirxên mirovahi yê heri bahadar wek azadî, demokrasî û wekheviyê bû.''

'VIYAN SORAN LI HEMBERÎ TARITIYÊ BÛ MÎNA HILHATINA ROJÊ'

KJAR'ê bi domdarî bal kişande ser Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, '' Hêzên komploger yên navnetewî bi hemû hêza xwe hewl dan ku plangeriya 15'ê Sibatê ser bixin û  di şexsê rêber APO  û tevgera azadiya gelê Kurd de mirovahî li rastî taritî û tunebûnê  bênin. Lêbelê vîna hebûn û azadiyê tu caran û tu hêzek nikare  ji nav bibe. Wek gulek li ser zinarek  şîn dibe û mizgêniya vejinê dide. Yan jî li hember taritiya şêvê, berbanga sibê re wek avabuna rojê. Yêk ji wan tîrêjên rojê ku xwest derdorê rêber APO bibe wek stargehek û mirovatiyê  ji taritiyê rizgar bike yêk jî çalakiya rê heval Viyan Soran bu.

Hevrê Viyan dibêje ‘’ez jî dixwazim li derdorî  Rêber APO bibim wek mûmek’’ û wek militanek jin,  naxwaze careke din bi rastiya 15 Sibatê re bijîm û vêya ji bo xwe wek bê rumetiyek dibîne .Rêber APO dema kete bin esaratê de ji bo jinan got ‘’ hûn ji min zêdetir dibin çarmixek xeter de ne’’

Piştî esareta rêber APO her wextek derbasbu jinan ev rastiyê zêdetir di ruh de, hest de û di fikir de his kirin û jiyan. Bi esaretê re jiyan  her roj, her meh û her sal ji bo jinan û gelê Kurd birîndarî, mirin û tunebûnê bi xwere dani. Çalakiya hevrê Viyan Soran ya 2'yê Sibatê 2006'an pêş xist, peyama wê ji bo milîtanên azadiyê û gelê Kurd ew bu ku pêwiste em fêri esareta Rêber APO nebin û 24 saet di nav tekoşinê de bin ji bo azadiya Rêber APO. Bi vê cidîyetê û hestiyari xwast gele Kurd  tevbigere.''

'EM LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ XWEDÎ DERKEVIN'

KJAR'ê her wiha bal kişande ser tecrîda girankirî ya van çar salên dawî û got,'' Nêzikî çar sal in Rêber APO di bin tecritek mutleq de tê girtin. Vaye jî hem wekî tevger hem jî wekî gel ji bo me lewaztiyek herî mezine ku, heta dujmin kariya vê cesaretê û vê hêzê bide nişandan. Wek rexnedayina  vê rewşa li dijî Rêber APO tê berdewam kirin,  Îro jî bi  ruh û berpirsyaritîya hevrê Viyan Soran de, di pêşengtiya rê heval Leyla Guven de çalakiyên rojiya birçîbûnê li hundir û derveyî welat de hatinê pêşxistin. Ji bo azadiya Rêber APO canê xwe kirine mertal û dibêjin heta serkeftinê şahadet jî bê jiyîn em ê vê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber wê yêkê wekî gel û weki tevger bersiva heri watedar ku em bidin şahadeta hevrê Viyan Soran ew e ku di pêşengtiya hevrê Leyla Guven de çalakiyên rojiya birçîbunê ku hatine destpê kirin, em lê xwedî derkevin  û bi mêş û xwepêşandanên  girseyi em bikaribin piştgirîyê bidin van çalakiyane. Eger bi şêwazên cur bi cur çalaki girseyi nebin û tekoşin neyê bilind kirin,  em ê wekî gel trajediyên giran re hevrû bibin û em ê nikaribin vê pêvajoyê ser bixin. Ji ber vê yêkê taybet bangavaziya me ji bo jin, ciwan û gelê rojhilati Kurdistanê ew e ku xwedî li çalakiyên rojiya birçîbinê derkevin û heswestê xwe li beramberi faşizme nişan bidin. Li derdorê çalakvanên rojiya birçîbûnê li çar perçeyên Kurdistan ê em bibin yêk deng, yêk ruh û faşizmê têk bibin.

'HEVAL BÊRÎVAN MILÎTANEKE AZADIYÊ BÛ'

Dîsa  li heman mehê, 2'yê Sibatê 2016'an  endamê meclisa PJAK  rê heval Bêrivan Rojhilat di encama êrişên hewayî yên dewleta faşist ya Turkiye de şehîd bû. Heval Bêrivan  jî wek dayikek Kurd, di xeta Rêber APO de pêşengek ji militanen azadiyê bû. Di her kêliya jiyana xwe de hemu hewldana wê ew bû ku 24 saet bi Rêber APO re bijî û di nav tekoşîn û hewldana wê de bû. Li ser vê esasê em hevrê Bêrivan bi bîr tînin û di şexsê hevrêyên rojê de  ji bo hemû şehidên meha Sibatê soz didin ku têkoşînê bi ser bixin.''.