KJA, li hember êrîşên DAIŞ’ê banga nav refên gelan kir
KJA, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Suryanî lanet kir, ji tevayî raya giştî ya navneteweyî û jinan xwest ku li hember van êrîşan helwest bigirin û têkoşînê pêş bixin.

Kongreya Jinên Azad (KJA), têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember gelê Suryanî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêxistina terorê DAIŞ, bi helwesta xwe ya li hember nirxên mirovatiyê gelan ji xaka wan qut dike, xakên herî qedîm ên Rojhilata Navîn bê mirov dike, bi hewldanên xesp û dagirkirinê dîrok û çandê talan dike. KJA got,"Jinan dadixin asta objeyeke cinsî, dikin asta koleyên li bazaran tên kirîn û firotin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê herî dawî êrîşî 35 gundên Asûrî/Suryanî kirine di nav wan de zarok, jin û extiyar jî ku hene 350 kes revandine, dêrên dîrokî û berhem talan kirine.
KJA, êrîşên hov ên çeteyên DAIŞ’ê lanet kir û ev bang kir:
"Em bang li raya giştî ya navneteweyî û bi taybet li jinan dikin ku li hember van êrîşan helwest bigirin, têkoşînê pêş bixin. Ev êrîş li hember hemû jinan û mirovan pêk hatine. Li hember van êrîşên hov em bang li tevayî mirovatiyê dikin ku li rex gelên mazlûm û jinan cih bigirin.”