Duwemîn Konferansa Jinan a Neteweyî li Hewlêrê didome. Delegeya Bakûrê Kurdistanê û Hevseroka BDP’ê di konferansê de axivî û got; “Li Tirkiyê li hemberî gelê kurd 4 polîtîkayên bingehîn hatin meşandin. Tunekirin, tunehesibandin, bişawtin û sirgûn.”
Delegeya Bakurê Kurdistanê û Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, di panela mijara wê nêrîna jinan a der barê pirsgirêka netewî de axivî. Kişanak diyar kir ku bawer dike ku ev konferans dê tevkarî bide yekîtiya netewî ya gelê kurd û têkoşîna azadiya jinan.
Kişanak, ji bo kesên ked dane konferansê spasiyên xwe pêşkêş kir û diyar kir ku dê di axaftina xwe de li ser ‘pêşveçûnên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê’ bisekine. Gultan anî ziman ku tê xwestin gelê kurd bê tunekirin û wiha got: “Li Tirkiyê li hemberî gelê kurd 4 polîtîkayên bingehîn hatin meşandin. Tunekirin, tunehesibandin, bişawtin û sirgûn. Di makeqanûna 1924’an de nasname, zimanên cuda tune hatin hesibandin. Gelê kurd tune, zimanê kurd tune, çanda kurd tune, Kurdistan tune. Komara Tirkiyê, li ser ‘înkarê’ hat avakirin.”
Gultan ragihand ku ku li Tirkiyê 500 jinên kurd ên rêveber girtî ne û axaftina xwe wiha domand: “Di operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin meşandin de sazî û avabûnên kurd bûn hedef. Siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, sendîkavan, jin, zarok, hatin girtin. Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk bi taybetî hedef girtin. Niha di girtîgehan de ji 500’î zêdetir jinên kurd hene.”
Kişanakê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di bin tecrîdê de ye. Xwestin ku têkoşîna azadiya kurdan di şexsê ‘kesên pêşeng’ de teslîm bigirin. Niha heman polîtîka li Îmraliyê pêk tînin. Gelê kurd 3 milyon û nîv îmze kom kir û ji Birêz Ocalan re got ‘serokê min’ , lê ev 10 meh in ku di bin tecrîdê de ye. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, divê destpêkê dawî li operasyonên leşkerî bê anîn. Pevçûn û mirin divê rawestin. Zagona Cezaya Tirk divê bê rakirin. Girtiyên siyasî divê bên berdan. Divê tecrîd bidawî bibe. Divê ji bo Ocalan ‘mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê’ bên peydakirin. Dive diyalog û muzakere ango hevdîtin bên destpêkirin.”