Kiliç: Roja 6'ê Çileyê em li Parîsê bin
Li paytexta Fransa Parîsê, roja 6'ê Çileyê wê bi meşekê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bê şermezarkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, roja 6'ê Çileyê wê bi meşekê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bê şermezarkirin.
Çalakiya îsal bi dirûşma "Sala 5'emîn: Bêdengî, înkara edaletê û bêcezahiştin" were lidarxistin. Endama komîteya amadekar a meşê Nûrsel Kiliç ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir.
Kiliç got, "Em bang li jinên Kurd, Kurdistanî û dostên wan ên ji roja destpêkê ve li edaletê digerin dikin ku di sala pêncemîn de vê daxwaza xwe bi dengekî bilindtir biqîrin û berpirsyariyên dewleta Fransayê bîna bîra wê."