Kesên hiştin Ferdane bê qetilkirin hatin beraetkirin!
Kesên hiştin Ferdane bê qetilkirin hatin beraetkirin!
Kesên hiştin Ferdane bê qetilkirin hatin beraetkirin!
Kesên hiştin Ferdane Çol ji aliyê hevserê wê bê qetilkirin hatin beraetkirin.
Rûniştina biryara doza Ferdane Çol a ji aliyê hevserê xwe Sedat Çol ve hat qetilkirin li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk hat. Dozger bi sedema delîlên berbiçav tinene xwest bersûc Cemal Îpek, Îhsan Mavîş, Haydar Mavîş, Burhan Îpek, Ahmet Dagdir bên berdan û bersûc kuştinê Seda Çol jî bi sedema bi zanebûna kuştina mirovan bê cezakirin.
Heyeta dadgehê der barê Sedat Çol de bi sedema "zanebûn kuştina mirovan" cezayê muebetê yê girankirî lê birîn û der barê Cemal Îpek, Îhsan Mavîş, Haydar Mavîş, Burhan Îpek û Ahmet Dagdir de biryara beraetê da.
Piştî biryarê endamên platforma Em ê Qetilkirinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê û malbata Çol li ber edliyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de malbatên jinên hatine qetilkirin jî ku amade bûn dirûşmayên, “Em ê qetilkirinên jinan rawestînin”, “Edalet em in, em ê bêdeng nemînin” û “Hûn ê bi tena xwe ti carî nemeşin” hatin gotin.
Nûnera Platfora Em ê Qetilkirinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Sanem Denîz Kural diyar kir ku cezayê hatiye dayîn kêm e û pêwîst e kesên hiştine Ferdane bê qetilkirin jî bên cezakirin. Dayika Çol Suna Mavîş jî ku rondik barandin got: “Kesên dan kuştin berdan, ma edalet wiha ye?” Xwişka Çol Bîrdane Mavîş jî li hemberî ceza nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir; “Ev tişta ku kirin ma qanûn û edalet e? Xwedê bela xwe bide we, Xwedê bela xwe li edaleta we bike.”