Kemalbay: Ji dengê jinan ditirsin, wiha naçe
Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma “Wiha naçe, jin rê nadin” de, polîsan mudaxeleyî standa jinan kirin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma “Wiha naçe, jin rê nadin” de, polîsan mudaxeleyî standa jinan kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku yek ji pirsgirêka herî sereke ya gelên Tirkiyeyê tinekirina jinan, dagikirina keda wê, girtin û şideta li ser dide meşandine. Kemalbay bibîr xist ku desthilata ku gav bi gav tabloyek wiha dişopîne ji bo bêjin “Wiha naçe” hatine vir.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Galan (HDP) di çarçoveya kampanyaya bi dirûşa “Wiha naçe, jin rê nadin” dane destpêkirin, ji bo li Parka Koşûyolû ya Amedê bicivin kom bûn. Lê polîsan gotin: “Tenê parlementer dikarin baxivin, rê neda stant û mikrofon bê danîn.” li pêşiya jinan bûn asteng. Polîsan xwestin standa ku hatî danî rake, jinan nerazîbûn nîşan dan. Jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin, polîsên hêzên çewîk li dorî jinan girtin û xistin nava dorpêçê.
Piştî çalakiya rûniştinê ya nîv saetê û şûnde Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Parlementerên HDP’ê Besîme Konca, Ayşe Acar Başaran, Dîlek Ocalan, Sîbel Yigîtal û Huda Kaya ji bo beşdarî çalakiyê bibin hatin qadê. Berdeva Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlementer Besîme Konca nerazîbûn nîşanî astengiyên polîsan da û bi polîsan re civiya. Polîsan gotin: “Eger hûn xîtabî girseya xwe bikin hun mikrofon bikar naînin.” Li ser vê jî Besîme wiha got: “Em çima li ser mikrofonê naxivin?” nerazîbûn nîşan da. Piştî gotûbêjan û şûnde jinan stant û mikrofon rakirin û cilên “Wiha naçe” li ser hebûn li xwe kirin.
‘ÇIMA HÛN JI DENG Û GOTINÊN JINAN DITIRSIN’?
Piştre Konca axivî û diyar kir ku ji bo balê bikişîn li ser her cûre şideta li hember jinê çalakiyek bi vî awayî lidar xistine. Besîme binî xet kir ku ev nêzî saetekê ye gotûbêjan dike lê polîs rê nadin stand û mikrofon bê danîn û wiha got: “Weke jin em ê siyasetê bikin. Em li hemberî hişmendiyeke ku rê nadin em bi mikrofonê baxivîn re rû bi rû ne. Dema mikrofan hebe wê çi bibe? Şideta li ser jinê meşrû dikin. çima hûn ji deng û gotinên jinan ditirsin?”
‘WIHA NAÇE’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay jî ji bo rastî negihêje jin û gelan rê nadin bi mikrofonê baxivin. Kemalbay bibîr xist ku pirsgirêka herî sereke ya gelên Tirkiyeyê tinekirina jinan, dagikirina keda wê, girtin û şideta li ser dide meşandine. Kemalbay bibîr xist ku desthilata ku gav bi gav tabloyek wiha dişopîne ji bo bêjin “Wiha naçe” hatine vir.
Kemalbay destnîşan kir ku wê sibe parlemento bi lezgîn kombikin û biryara tezkereyê derbixin û wiha pêde çû: “Eger ku teskereya şer derbixin em neçarin nerazîbûn nîşanî teskerê û şer bikin. Teskere ne ji bo Tirkiye û ne ji bo gelê herêmê xweşiyê tîne. Berovajî wê wê nexweşî û mercên giran ji bo jinan û gelan bîne. Çawa dema ku destnedayina parlemeteran rakirin, şaştiyeke mezin kirin û jî teskere şaştiya herî mezin e.”
Kemalbay bibîr xist ku wek jin wê piştgiriya xwe bidomînin û wê stû li hember faşîzmê xwar nekin û wiha got: “Bêmafiya li vir tê kirin êdî bûye ji rêzê. Parlementer û xebatkarên HDP’ê bên girtin jî ew dîwar xwe li ber me nagire. Dorpêça we ya li vir xwe li ber me nagire, bi berxwedanê em ê bi ser bikevin.”
‘DIXWAZIN JINAN BIKIN DIJMINÊ JINÊ’
Parlementera HDP’ê Huda Kaya bal kişand dawiya kesên kul i Cizîr û Sûrê hovîtî kirin çawa bû polîs hemûyan dizanin û wiha got: “Di aktivîteyên jinan de polîsên jin tînin pêşberî jinan, dixwazin jinan li hemberî hev bikin dijminê hev. Li dijî qirkirina jinan kom bûne. Tên astengkirin.”
Piştî axaftinan û şûnde jinan li ser pankarta sembola “Rawst e” daxwazên xwe nivîsandin. Piştî nivîsînê, helbesta Çawbela hate gotin. Çalakî bi dirûşmên “Jin,jiyan, azadî” û “Bijî yekîtiya jinan” bi dawî bû.