Keda jinê qasî ‘pereyê benîşt’ nîne

Keda jinê qasî ‘pereyê benîşt’ nîne

Li taxa Ballikuyu ya Îzmîrê jin bi ‘pereyê benîşt’ morikan bi paçên cilên bûkan yên ji malên modeyan girtine dinexşînin. Jinên ku heya direngiya şevê morikan bi tandelan ve dikin, rojê herî zêde 3 TL’yan qezenc dikin.

Jinên Kurd yên li taxa Ballikuyu ya Îzmîrê bi pereyekî tune karê dest dikin. Jinên ku paçên cilên bûkan û abiyeyên ji malên modeyan digirin, bikedek pir mezin morikan pêve dikin, lê belê heqê keda xwe nawergirin. Jin li beramberî vê keda ku bidirêjahiya rojê dom dike hemê herî zêde 90 û rojê jî 3 TL qezen dikin. Cilê bûkan yê ku bi keda destan têne amadekirin, bi 5 hezar TL têne îxraç kirin.

Jinên ku zaroka kar dikişînin ji ANF’ê re vegotin û her çendî ku di ferqa kêmbûna pereyê wê de bin jî dibêjin ‘li şûna em vala birûnin baştire’ dilê xwe rihet dikin.

6 SALE KARÊ MORIKAN DIKE

Emîne Urey ku nêzî 6 sale morikan bi paçên cilên bûkan û abeyên ji malên modeyan tînin vedike û wisan debara mala xwe dike got, “Zarokên min hene. Ji bo ez pêwîstiyên wan pêkbînim, min li mal dest bi vî karî kir. Ji malên  modeyan jinek ji me re van paçan tîne. Tu rojê gelek bixebitî herî zêde 5 TL dikarî kar bikî, lê belê ji ber ku zarokên me hene em nikarin ew qas kar bikin. Pereyên ku em qezenc dikin jî li gorî zehmetiya kar tê guhertin.”

TEVKARIYÊ DIDE DEBARA MALÊ

Emîne Urey destnîşan dike ku pereyê qezenc dikin kême û anî ziman ku, “Ji bo ez piştgiriyê bidim hevjînê xwe karek wisan dikim. Pereyê ku ez qezenc dikim, tevkariyê didim kirê û pêwîstiyên malê. Baştire ku mirov li malê vale rûne. Pereyê ku em qezenc dikin heqê keda me dernaxe. Lê belê herî kêm tevkariyê dide pêwîstiyên me ji ber wê keyfa min pê tê.”

HEYA ŞEVÊ HERÎ ZÊDE 3 TL QEZENC DIKIN

Medîne Urey jî anî ziman ku beriya 12 salan hevjînê xwe winda kiriye û got; “Ez di karek din yê pereyê wê pir kêm (asgarî ucret) de kar dikim. Ji ber ku hevjînê min tuneye, ji bo pêwîstiyên zarokê min û min neçarim karek din jî bikim. Dema ku ez neçim kar li malê morikan bi cilên bûkan vedikim. Heya şev herî zêde 3 TL qezenc dikim. Ev pere pir kême. Ji ber ku karê em dikin birastî jî pir zehmete. Ji ber ku heta derengî şevê bi ben û derzî yek bi yek morikan rêz dikîn, mirov pir diwestîne... Lê belê 90 TL’yê ku em mehê qezenc dikin hinek pêwîstiyên me pêktîne.”

‘DERFETÊ ME HEBA ME DIXWEST DI KARÊN BAŞTIR DE BIXEBITÎN’

Medîne Urey ji bo di karek baştir de bixebitîn ‘dîplomayê’ dixwazin û diyarkir ku, “Me nexwend. Ji bo bikevim karekê ji me dixwazin ku, herî kêm pêwîste mezûnê amadeyî bim. Ji ber ku şansek me yê wisan tuneye, em neçarin di karek wisan pereyê wê pir kêm de kar dikîn. Em heqê keda xwe ya dest wernagirîn. Ger çareyek me heba, me jî dixwest di karek baştir de bixebitîn. Hemû jinên Ballikuyu vî karî dikin. Ji ber ku em ji rûniştina malê bêhnteng dibin. Ger nebare jî dilop jêtên. Pêwîstiyên me yên biçûk pêktîne.”